| Navê Resen : İstanbul İstanbul |
| Navê Kurdî: Stenbol Stenbol |
| Nivîskar: Burhan Sönmez |
| Wergêr: Süleyman Akkuş |
| Zimanê Resen: Tirkî |
| Zimanê Jêder: Tirkî |
| Weşanxane: Avesta |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2022 |
| Cihê Çapê: 2022 |
| Rûpel: 243 |
| ISBN: 9786258383102 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Tu dizanî Xalo Kuheylan, her bajar bo me Stenbol e. Ku zarokek mabe li tariyê û di kuçeyên teng de rêya xwe winda kiribe, ew der Stenbol e. Xortê ku xwe li serpêhatiyan diqelibîne ji bo ku xoşewîsta xwe ya berê bibîne, nêçîrvanê ku dikeve pey eyarê roviyê reş, keştiya ku ber bahozê dikeve, pismîrê ku dixwaze dinyayê wekî dir û gewhereke spî têxe kefa destê xwe, serhildêrê dawîn ku sond xwariye çok daneyne, keçika ku ji malê reviyaye bi xeyala dê bibe stranbêj, zikmezin û stûqalind, diz û şair, rêya hemiyan digihîje Stenbolê. Hemî çîrok qala vê derê dikin.”
Du Stenbol: Stenbola Jêr û Stenbola Jor. Stenbola Jor di sêra xwe ya rojane de ye bi hemî qelebalixiya xwe, bircên xwe, pirên xwe, deryaya xwe, kuçeyên xwe, mirovên xwe… Stenbola Jor a ku bêxeber e ji Stenbola Jêr a di nav êş û zilmeke tarî de. Xwendevan Demirtay, Doktor, Berber Kamo û Xalo Kuheylan: Çar lêqewimiyên xwedî dinyayeke cuda lê di hicreyeke îşkenceyê ya binê erdê de xwedî heman çarenivîsê; çar xeyaljenên ku xwe diavêjin dexlê çîrokan û qala Stenbola Jor dikin; çar berxwedêrên ku di nuqteyeke serpêhatiya xwe de digihîjin hev bêyî ku hay ji hev hebin…
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…





