Navê Resen : Les Trois Mousquetaires |
| Navê Kurdî: Sê Çekdar |
| Nivîskar: Alexandre Dumas |
| Wergêr: Güven Süvarioğulları |
| Zimanê Resen: Fransî |
| Zimanê Jêder: Ne diyar e. |
| Weşanxane: Aram |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2022 |
| Cihê Çapê: Enqere |
| Rûpel: 166 |
| ISBN: 9789758242740 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDÎ |
Rave
Li Fransayê di dema Louîsê 13’mîn de, sê çekdarên bi navên Athos, Portos û Aramîs di Yekineya Parastina Qrêl de erkdar bûn…
Dartanyanê bi kelecan û îdealîst ê ku hatiye Parîsê jî tev li wan dibe. Erka wan, parastina Qrêl û Banûyê ji dijminê wan ê sereke Kardînal Richelieu û ji hemû neyaran bû. Diruşmeya van çekdarên bi dil û can girêdayî hev wiha bûn; “Yek ji bo tevahiyê, tevahî ji bo yekê.” Şûrên wan di hemû serpêhatiyên tev lê dibûn de, bi heman awayî bêtirs dibiriqiyan.
“Sê Çekdar” ji romanên herî xweş yên dîrokî yên ji hêla Alexandre Dumas ve hatine nivîsandin e. Di romanê de, entrika, têkiliyên hestiyarî, duelo, serpêhatiyên wan ên bêtirs bi hunereke hostayî hatiye honandin. Ji roja hatiye weşandin heta îro li cîhanê olaneke pir mezin daye. Îro jî ji bandorkeriya xwe tiştek winda nekiriye. Di hişê xwendevanan de serpêhatiyên serdemekê vediguhezîne serpêhatiyên herdemî.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…




