Nivîskar: Cenap Karaduman-Bawer Okutmuştur |
| Navê Ferheng: Ferhenga Kurdî – Fransizî |
| Ziman Kurdî – Fransî |
| Weşanxane: Avesta Yayınları |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2012 |
| Cihê Çapê: Stenbul |
| Rûpel: 88 |
| ISBN: 9786055585938 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Îro êdî zimanê Kurdî di gelek enstîtu û zanîngehan de bala gelek lêkolînvan û zimanzanan dikşîne û ji ber vê yekê jî xebat û lêkolînên li ser wî her ku diçe berfireh û zêdetir dibin. Ev yek jî, her çend qadeke mezin ji bo lêkolînan veke jî, ew çend bi tevî xwe pêdiviyên cihê jî derdixe holê. Biryara me ya amadekirina rêbera Fransî-Kurdî jî, ji ber sedemên yek ji van pêdiviyan pêk hat. Ji bo mînak, li paytexta herî rengîn a cîhanê, li Parîsê, di gel ku di warê lêkolînên kurdewarî de gelek pêşveçûn pêk hatibin jî, li tu pirtûkfiroş an jî li pirtûkxaneyan me rêberek axaftina Fransî-Kurdî bi dest nexist. Ji bilî vê yekê, çavderiyên me jî nişan dan ku ji mêj ve daxwazek bi vî rengî jî heye.
Beriya ku em rêbera axaftinê amade bikin, me çav li gelek nimûneyên cihêreng ên zimanên din gerandin. Piştî berhevkirina van nimûneyan, me xwest pirtûkeke hêsan û rengîn pêk bînin. Ji bo vê yekê, geh bi bêjandina peyvan, geh jî bi tevlêkirina gotinên pêşiyan û biwêjên Kurdî, me formateke dawî bi dest xist. Hêjayî gotinê ye ku gotûbêjên vê pirtûkê bi tenê li gorî çand û jiyana rojane ya Kurdî nehatine çêkirin. Ev yek bi baweriya me têgihîştina xwendevanên biyanî dê hêsantir bike û bi kêrî kurdên dîasporayê jî bê.
Armanca vê pirtûkê, ji xwendevanan re pêşkêşkirina axaftineke rojane ye. Ev xebat ji bo fransîaxêvên ku bixwazin axaftina rojane ya Kurdî fêr bibin û ji bo Kurdîaxêvên ku bixwazin axaftina rojane ya bi zimanê fransî hîn bibin, dê bibe rêberek.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

