Mîrzayê Biçûk


Navê Resen :
Le Petit Prince
Navê Kurdî:
Mîrzayê Biçûk
Nivîskar:
Antoine de Saint-Exupéry
Wergêr:
Mehdî Jafarzadeh
Zimanê Resen:
Zimanê Jêder:
Weşanxane:
Morî
Çap:
1
Sala Çapê:
2022
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
96
ISBN:
9786059426565
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Mîrzayê Biçûk vegerîya cem rovî û got: “Bi xatirê te!”

Rovî got: “Oxir be lê niha bisekine, ku ez raz û nepenîya ku min ji te ra qala wê kiribû, aşkere bikim. Ew pir sade û asayî ye. Vê baş bizane,

“Mirov tenê bi çavên dilê xwe dikare rastîyê bibîne. Çav kor û xapîner in, tu caran nikarin rastîyê bibînin.”

Mîrzayê Biçûk ji bo ku vê hevokê ji bîr neke, dubare kir:

“Çav kor û xapîner in tu caran nikarin rastîyê bibînin.”

Rovî got: “Mirovan ev rastî ji bîr kiriye lê divê tu ji bîr nekî. Her tiştê ku te kedî kiribe, divê tu heta dawîya emrê xwe êdî ji dil û can berpirsyarê wî tiştî bî. Tu berpirsyarê gula xwe yî.” Mîrzayê Biçûk ji bo ku vê hevokê ji bîr neke, dubare kir:

“Ez berpirsyarê gula xwe me…”


Wergêr

Mehdî Jafarzadeh


Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…