Mîrnameya Hekarîyan



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Mîrnameya Hekarîyan
Nivîskar:
Temerxanê Yazîcî
Wergêr:
M. Xalid Sadînî
Zimanê Resen:
Farisî
Zimanê Jêder:
Farisî
Weşanxane:
Peywend
Çap:
1
Sala Çapê:
2022
Cihê Çapê:
Rûpel:
590
ISBN:
9786257568524
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Mîrname, kitêbeke ku di salên 1633ê zayînî de ji aliyê Temerxanê Yazîcî ve dest bi nivîsînê hatiye kirin û heta sala 1639ê jî nivîsîna wê berdewam bûye. Behsa Malbata Mîrên Hekkaryan dike. Zêdeyî 10500 beytan e. Kitêb bi awayê mesnewîyê hatiye nivîsin û bi van beytan dest pê dike.

“Yekom gest maxsûsê cirmê Qemer
E’tarûd bi seqfê duwwom behrêver
Sêyom asiman musterekê Zûhrê gest
Muherrik besa zirê çihrê gest “

Kurdiya wê;
“Feleka yekê ji bo seyareya heyvê bû
Merkûr jî ji tebeqa duwê sûdwer bû
Asimanê sêyemîn bû bara Zuhreyê
Bizavker bû, gelek ketine benda wê”

Piştî destpêk, munacat, sebebê nezma kitêbê dest bi destanên mîrên Hekariyê hatiye kirin; pêşiyê behsa destana Zekeriya Begê, serê di navbeyna wî û birayê wî Zahid Begê dike. Pistî Zekeriya Begê behsê birazayê wî Melik Begê, dîsa hatina Zekeriya Begê,
behsa kurê Zekeriya Yehya Begê, daweta wî ya li gel kiça Mîr Seref Begê Cizîrî, du caran serhildana Yehya Begê li dijî babê wî û dawiyê bidestxistina hukumetê, behsa Yehya Begê ku li gel Tekelû Mehmed Pasa çûbûne ser Ûrmiyê, behsa Pîr Budaq Begê
qatilê Kela Dimdim hatiye serê wan û kustina Pîr Budaqê ‘Ecem, behsa serê di navbeyna Yehya Begê û Waliyê Wanê Tekel û Mehmet Pasa û yekudu kustina wan, dîsa zivirîna Zekeriya ji bo textî, mirina wî û hatina Serefxanê kurê wî û macera û serhildanên kurê Yehya Begê Mîr ‘Imadeddîn û hatina wî ya bo ser textê hukûmeta Hekarî û ser û sûrên wî heta dawiyê dike.


Wergêr

M. Xalid Sadînî

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…