Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Mîrnameya Hekarîyan 2 |
| Nivîskar: Temerxanê Yazîcî |
| Wergêr: M. Xalid Sadînî |
| Zimanê Resen: Farisî |
| Zimanê Jêder: Farisî |
| Weşanxane: Peywend |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2024 |
| Cihê Çapê: |
| Rûpel: 510 |
| ISBN: 9786257568524 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Ev kitêbe di dîroka me da girîgtirîn belgekitêbek e. Belkî heta vê gavê qedrê wê nehatibîte zanîn. Lê ez bawer dikim ku dê qedrê wê bi zêdehî ve bihête zanîn. Vêca heta ew roj dihêtin em li ser karê xwe berdewam in. Piştî gelek îza û zehmetan, bi harîkariya Yezdanê dilovan, min wergêra vê kitêba binirx di 10ê Kanûna Pêşîn a 2023yan de li Wanê temam kir. Mîrnameya Hekkaryan, bi hemî awayan ve dîroka dewlet bûn û xweyî welatbûna Kurdan e. Îhtimaleke mezin heke katib û nivîskarên Suran, Botan, Behdînan û Bazidîyan jî dîroka mîrgehên xwe nivîsîban, evroke em dê zêdetir ji dewletên Kurdan agehdar bibayîn. Hingê hîç kesekî nedişiya bêjîtin Kurdan çu dewlet çênekirine. Lewra dê dîroka wan hebûya. Lê çawa piştî sedan salan me ev destxete peyda kiriye dibe ku suberoj em dîrok û belgenameyên wan mîrge han jî peyda bikin.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

