Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Masîreşkê biçûk |
| Nivîskar: Samed Bahrengî |
| Wergêr: Rojhilat Aydin Rêdûr Dîjle |
| Zimanê Resen: Farisî |
| Zimanê Jêder: Farisî |
| Weşanxane: Aram |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2021 |
| Cihê Çapê: Enqere |
| Rûpel: 38 |
| ISBN: 9789758242214 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDÎ |
Rave
Gelo hûn ji bo naskirina masiyê herî şoreşger ê cîhanê amade ne? Masîreşkekî biçûk, lê di asasê xwe de şoreşgerekî mezin. Baş e, lê çi ma şoreşger e? Ji lewra tenê zorê nade sînorên hişê xwe û xeyalên xwe, ji bo ya ji vê derê wêdetir bibîne hereket dike. Nivîskarê Îranî Samed Behrengî bi devê pîrmasiyeke li nêv behrê dijî û 12 hezar neviyên wê hene vedibêje. Çîrok, ji me re behsa masîreşkekî biçûk ê li nêv çem dijî dike. Masîreşkê biçûk, li dijî hemû fikrên paşverû tev digere û ji bo azadiya xwe li nav zor û zehmetiyan dixe. Hela lê binêrin bê masîkê biçûk lê dilmezin û şoreşger dibêje çi: “Na dayê, de hêdî ji ger merên wiha adiz bûme, dixwazim bidim ser rêyan û biçim, deverine din. Binêrim bê ka li wan deveran çi diqewimin. Ji te we ye hin kesan ev tişt li ber Masiyê Biçûk xistiye, lê zanibe ez ji zû de li ser van tiştan hûr dibim. Tu bikî nekî ji derdorê jî hin tişt mişt hîn bûme; mesela min ev fêm kir, piraniya masiyan wexta pîr dibin, ji wan we ye umrê wan bêhûde derbas bûye, lewma jî loma dikin. Tim û tim nifiran dikin û ji her tiştî bi gilî û gazin in. Bera jî dixwazim hîn bibim; tişta em jê re dibêjin jiyan, ma tenê heya pîrbûnê ger û doşbûna li vî cihê biçûçik e? An ji xeynî vir li cîhanê ji bo jiyanê deverine din hene?..”
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…




