Li Welatê Sînoran


Navê Resen :
Navê Kurdî:
Li Welatê Sînoran
Nivîskar:
Sherko Fatah
Wergêr:
Husên Duzen
Zimanê Resen:
Almanî
Zimanê Jêder:
Almanî
Weşanxane:
Ayrıntı
Çap:
1
Sala Çapê:
2015
Cihê Çapê:
Rûpel:
192
ISBN:
9789755399935
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Sherko Fatah (Şêrko Fetah) nivîskarekî Kurd û Alman e ku di sala 1964ê de li Berlîna Rojhilatê hate dinyayê. Di sala 2015ê de xelatên “Hunera Mezin ya Almanyayê” û ya Adelbert von Chamisso wergertine. Li edebiyata Almanî zimaneke nû û cografyayeke nû zêdekir û bi wê dihête methkirin. Sherko Fatah ji sala 1975ê ve re li Berlîna Rojava dijît û romana xwe ya pêşîn “Li Welatê Sînoran” di sala 2001ê de weşand. Vê romanê di eynî salê de xelata Acpectê a Edebiyatê ya li Almanyayê ji bo romana herî baş dihête dan, stand. Dîsa di sala 2002ê de jî xelata Rûmetê ya “Yekemîn Romana Herî Baş ya Rexnegirên Alman” wergirt. Di romanên xwe de gelemperî behsa herêma ku babê wî jê hatî, yanî Başûrê Kurdistanê û Îraqê dike. Cografyaya herêmê û insanên wê digel derd û kul û hêviyên wan biqasê zihniyeta welatê lê dijît baş dizane. Di romanên xwe yên Almanî de van herdu çandên cuda bi hostayane vedibêje. Sherko Fatah di romana xwe ya yekem ku ji aliyê rexnegiran ve pesnê wê tê kirin de çîroka kesekî ku li ser sînoran tê û diçe vedibêje. Lehengê bê nav li devera mayînkirî qaçaxçitiyê dike û peymaneke wî digel mayînan heye: hindî ku ew wan aşkare neke ew jî îxanetê li wî nakin. Lê gava kurê wî berze bûy, her tişt diguhere. Ji bo peydakirina kurê xwe yê winda mecbur dimîne ku bi ajan re bikeve têkiliyê û demûdest rastê îxanetê dibe. Li gel vê peymana wî ya nepenî a digel mayînan betal dibe. Di karê xwe yê xeternak de ev derfeta ku vê peymanê pêk diîna yek car ji destê wî diçe…
Wek karakterên romanên Sherko Fatahî welatê ku ew karakter lê digerin jî “bê nav” in. Nivîskar lehengê vê romana xwe “Qaçaxçî” li ser sînorên di navbera Îraq û Tirkiyê digerîne, yanî li wê Kurdistana welatê sînoran… Wekî qaçaxçiyê romanê, xwendevan jî rastê rastiyên sînoran dibin û nikarin ji wê dinyayê bi rehetî veqetin..


Wergêr

Husên Duzen

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…