Li Dûr


Navê Resen :
Uzakta
Navê Kurdî:
Li Dûr
Nivîskar:
Mine Sosyal
Wergêr:
Dilawer Zeraq
Zimanê Resen:
Tirkî
Zimanê Jêder:
Tirkî
Weşanxane:
Cervantes
Çap:
1
Sala Çapê:
2022
Cihê Çapê:
Enqere
Rûpel:
225
ISBN:
9786257724555
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Li Dûr, romaneke ji Wêjeya Xortanîyê ye. Mine Soysal, digel têgihên wekhevî, dadwerî, xerîbî û jihevcihêtîyê, çîroka du xortên ku ji derdorên civakî yên dijî hev in, vedibêje. Soysal, temayên wekî ewlehîya di dema karkirinê de û heqê perwerdebûnê digel pêwendîyên malbatî û hogirîyê dixe navenda vegotina xwe. Roman, bi saya karakterên xwe yên zengîn û bi tevî honaksazîya xwe, berê xwe dide jîyarên ji hev cuda û digel çîrokên mirovan, ji Stenbolê heta bi Meletîyê guh dide ser bajarên cuda û bala me dibe ser awayê guherîn û veguherîna bajaran û pê re jî şopên teze yên qewamên borîrojê dixe bîran. Nivîskar, bi pêdeçûn û vegotina xwe ya rewan û bi dîyalogên xwe yên rastîparêz, bala xwendevanên ji her temenî dibe ser xwe.


Wergêr

Dilawer Zeraq


WERGEREKE Jİ EREBÎ BO FELLÎHÎ Û KURDÎ-GERŞÛNÎ Dİ KOLEKSÎYONA EDUARD SACHAU DE (ÇÎROKA SED Û ŞÊST Û DUYEM A HEZAR ŞEV Û ŞEVEKÊ)

Qurte Fellîhî devokeke zimanê Siryanîya rojhilat e ku li gorî Jeremias Schamir (Yeremya Şamîr 1821-1906) ew ji aliyê şênîyên devdora Eynkawaya Hewlêrê û mintiqeya Mûsilê ve tê axaftin. Jeremias Schamir keşîşek e ku di sedsala 19an de li devera Musilê jiyaye û mustensîxê gelek destxetên Gerşûnî (navê metnên zimanê bîyanî yên bi alfabeya Siryanî hatine…