Lehiya Dilî



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Lehiya Dilî
Nivîskar:
Husên Arif
Wergêr:
Şehab Xalidî
Zimanê Resen:
Soranî
Zimanê Jêder:
Soranî
Weşanxane:
Pall
Çap:
1
SalaÇapê:
2024
Cihê Çapê:
Rûpel:
80
ISBN:
9786259831145
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


“Dilê min jî wek wan hemû dilan, siwarî baskê xweşbextiyê bûbû. Bi dîtina wê siruşta rengîn rûgeş dibû, digel xweşî û kêfxweşiya hevrêyên derdora xwe digirnijî û digel keniyên wan, ew jî têra xwe û ji dil ve dikeniya. Ji ber ku rast wek wan, dilê min jî ew xem û kovanên temenê xwe yê şazdeh saliyê dabûne aliyekî û ji bîr kiribûn. Lê dîsan jî wê rojê dilê min heta dawiyê wisa jê re neçû serî. Belku gelek zû kete nav xem û xeyalên temenê xwe û bi awayekî gelek zeq, tûj û bibandor ew xembarî dît ji dûriya tenê çend bihustan ve.”

Husên Arif piştî Revdegurgê, vê carê bi dirêjeçîrokeke evînî li deriyê xwînerên kurmancî dide. Lehiya Dilî ya ku cara ewil sala 1957an di bîst û yek saliyê de hatiye nivîsîn, hem bi nivîsîna xwe ya pêşwext û hem bi mijar û vegotina xwe ya xurt, xelekeke muhim ji dîroka çîroknivîsiya kurdî pêşkêş dike.

Me ti nivîskarekî din mîna Husên Arif nîne ku em bikarin navê wî danin çîroknivîsê hestên mirovî yên sade, çîroknivîsê mirovên bi tenê mayî.” ‒ Bextiyar Elî


Wergêr

Şehab Xalidî

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…