Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Lalo Kerîm |
| Nivîskar: Cemal Nebez |
| Wergêr: Besam Mistefa |
| Zimanê Resen: Soranî/Kurdî |
| Zimanê Jêder: Soranî/Kurdî |
| Weşanxane: Avesta |
| Çap: 1 |
| SalaÇapê: 2023 |
| Cihê Çapê: |
| Rûpel: 80 |
| ISBN: 9786052246030 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Di salên 1950-1953î de karkerên kurd li Germiyanê, Herêma Horînê, Şêxanê, Deşta Dizeyê û li herêmên cuda yên Iraqê jî cotkar û Iraqî li dijî axa û derebegên serdemê, rejimên paşayetiyê serî hildane. Bizava çîna karker û cotkarên kurd, di pexşanên wê serdemê yên kurdiya soraniyê de jî cî girtine. Yek ji wan peşxana jî berhema Lalo Kerîm a Cemal Nebez e.
Zûrbûna Cemal Nebez, li ser sitem, zehmetî, nebûna yeksaniyê, pirsa çîna karker û rêncberan a li nava civaka kurdî ye û ji ser jiyana Lalo Kerîm tê vegotin ku Lalo Kerîm mirovekî “namo” ango bêgane ye….
Lalo Kerîm, kesayetê sereke yê berhemê kalekî zeyîf e û milên wî sist in, li gundekî ne diyar e û dev û çavên wî li yên xelkê gundî jî naçin. Bi zarekî taybet qise dike ku ew zar jî ne weke yê xelkê gund e. Lalo Kerîm, serpêhatiya namoyekî ango biyaniyekî li nava komelgeha cotkar û karker a kurd.
“Lalo Kerîm” piştî “Di xew de” û “Meseleya Wijdanê” sêyemîn pexşana kurdî-soranî ye, sala 1956an çap bûye. Wek herdu çîrokên pêşî pir serkeftî ye. Hersê jî tevî ku ê destpêkê ne, di nav berhemên herî baş ê edebiyata kurdî de ne.
Berhem serboriya Lalo Kerîm û du pêşekiyên Cemal Nebez ên di qonaxên ciyawaz ên salên 1968 û 1986ê nivîsîne li xwe digire.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


