| Navê Resen : The Kurds: Notes and Impressions(rusî?) |
| Navê Kurdî: Kurd – Nîşe û Nêrîn |
| Nivîskar: Vladimir Minorsky |
| Wergêr: Tosinê Reşîd |
| Zimanê Resen: Rûsî |
| Zimanê Jêder: Rûsî |
| Weşanxane: Avesta |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2022 |
| Cihê Çapê: Enqere |
| Rûpel: 69 |
| ISBN: 9786258383164 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Vladimir Minorsky vê berhema xwe piştî çavdêriyên xwe yên li herêmên Kurdistanê cara ewil bi awayê kurtegotarekê di sala 1915an de li Komeleya Rojhilatnasên Rûs dixwîne û heman salê dide çapkirin. Ev kitêba ji nîşe û nêrînên Minorsky pêkhatî bi awayekî giştî û kurtî berê xwe dide mijarên wekî erdnîgarî û belavbûna kurdan li herêmên cuda, dîrok, kevneşopî, çîn û şêwejiyana wan, ziman û zaravayên pê diaxivin, (dest)nivîs û berhemên wan ên wêjeyî, olên ku baweriyê pê tînin, xeysetên wan ên giştî, pirsgirêk û pêwendiyên wan bi miletên cîran re, rewşa jinên kurd û rewşa kurdan li Rûsyayê.
Ev in melûmatiyên dîrokî li ser kurd û Kurdistanê. Dûrbûna ji hev, tunebûna yekîtiyê, gelek caran bi rewşa cografî ve tên makkirin. Ew ku bi zincîreçiyayên bêgêdûk, newal û deştan û bi çemên gur ji hev qetiyayî, rewşa cihêtiya siyasî û rabûn-rûniştina derebegiyê di nav wan de peyda bûye. Lê hesîna bi azadiyê û serbestiyê hê mezin bûye, ketiye nav heyîna kurdan gişkan û bi piranî jî di dîroka bizavên wan de diyar dibe. Divêt wisa jî em ji ber çavan winda nekin hukmê kurdan ê giştî li ser destpêka çanda wan çiyayan, yên ku niha ew lê dijîn.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…





