Zilamê Mirî



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Zilamê Mirî
Nivîskar:
D.H.Lawrence
Wergêr:
Salih Agir Qoserî
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2018
Cihê Çapê:
Dîyarbekir
Rûpel:
70
ISBN:
978-605-81408-1-4
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


“…Dema ku destê xwe da wan, dît ku jîyan diherike. Wê gavê got “Bavo! Te çima heta nuha evana ji min veşartine?” Bi meraq bi awayê ku ji dil hîs bike, bi kêfxweşîya daxwazeke eşkere destên xwe da wan û got: “Belê! Ev yek dûrî duayan e.” Kûr bû, germayîyeke bêhempa, germayîyeke zindî û dawetkar ku kare here hundir, jin, dil û navenda gulê! Qesra min, gula eşkere ye, kêfxweşîya min ev gul e!”

Nivîskarê gewre Lawrencê Îngîlîz, di vê berhemê de, di derbarê bawerî, mirin, jîyan, jin, mêr, evîn, ax û gelek tiştên din de mirov hişyar dike. Ne tenê hişyarkirin, mirov dihejîne û rastiya jîyanê li ber çavên mirov radixe.

Vegotinên di derbarê Îsa de çawa li cîhanê belav bûne, Lawrence bi awayekî metaforîk vedibêje. Zilamê mirî ji mezel radibe, hin caran weke fîgurekî mîtolojiya Grêkî hin caran jî weke yê mîtolojîya Misir û Roma li cîhanê digere. Hin caran mirî ye dûrî jîyanê ye, hin caran jî ji mirovên zindî bêtir di nav kelecana jîyanê de ye… 


Wergêr<br>
Wergêr

Salih Agir Qoserî

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di … Continue reading Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî. … Continue reading Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê