Pêşdîroka Selaheddîn



Navê Resen :
Prehistory Of Selehaddin
Navê Kurdî:
Pêşdîroka Selaheddîn
Nivîskar:
Vladimir Minorsky
Wergêr:
Emîn Narozî û Emîne Onatli
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2008
Cihê Çapê:
Rûpel:
96
ISBN:
9789944382533
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Ev kitêb, beşek ji kitêba kurdolog, rojhilatnas û lêkolîner Vladimir Minorsky ya bi navê Studies in Caucasian History ye. Beşê sisiyan a vê kitêbê bi sernivîsa “Prehistory of Saladin” lêkolînek li serSelaheddîn û pêşiyên wî ye.

…Selaheddîn berî gelek dost û hevalbendên xwe ji hêla dijminên xwe, bi taybetî jî yên xaçparêz weke lehengekî dîrokî hatiye ecibandin.

Selaheddîn fermandar û siltanekî wisa zîrek û xweşbirêveber bûye ku dikaribû rewşa dîrokê biguhere û împaratoriyeke mezin ku sînorên wê ji çiyayên Kurdistanê digihan heya deverên bakurê Afrîka yanî Tunis, Sûdana niha û der û dorên wan, ava bike. Selaheddîn dikariya ji jora çiyayên Kurdistanê heya Anatolya Navîn û Cezîreyê, ji erdê Yemenê heya çol û pesarên bakurê Afrîka yên mîna Tunis, Sûdan, Libya û der û dorên wan, leşker bixwesta û pêk ve bi yek hestê li ser dijmin bicivanda.


Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di … Continue reading Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî. … Continue reading Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê