Navê Resen : The Dumb Man |
| Navê Kurdî: Mêrîkê Lal |
| Nivîskar: Sherwood Anderson |
| Wergêr: Sîdar Jîr |
| Zimanê Resen: Ingilîsî |
| Zimanê Jêder: Ingilîsî |
| Weşanxane: Lîs |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2013 |
| Cihê Çapê: Enqere |
| Rûpel: 80 |
| ISBN: |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Wî hewil dida ku çîroka ku wî yê tu caran nikaribûya li dadgeha li bajêr, li hemberî dadgêr bibêje ji min re bibêje. Hemû çîroka tenêtiya mirovahiyê derbibirre, ya hewildana bo xwegihandina bedewiya ku bi dest nakeve, çerçirî, ku xwe bi bilêvkirina mêrikekî dikir pistepist, yê ji tenêtiyê şêtbûyî, di sibeheke bi mij û moran de, kûçikekî biçûk di nava milên wî de, li qeraxa riyeke çolê radiwestiya.”
Bira, Sherwood Anderson
Mêrikê Lal, guldesteya kurteçîrokan a Sherwood Andersonê (1876 – 1941) romannûs, kurteçîroknûs û helbestkarê Emerîkan, bi kurteçîrokên ku li xwe digire, dibe yek ji pêşawêneyên wêjeya Emerîkan a nûjen, a ku ji keleporeke dereng, lê bi xurtî dest pê kiriye û xwe dispere navên her wekî Walt Whitman, Edgar Allan Poe, Emily Dickinson, Ralph Waldo Emerson, Henry Wadsworth Longfellow, Stephen Crane, Mark Twain, Theodore Dreiser û gelekên din û ta îro bê westan û rawestan û bi şêweyekî berfirehtir berdewam e. Sherwood Anderson bi zimanekî fesîh dinivîse û bi kurteçîrokên xwe yên bi navên Kaltî, Şer, Dayîktî, Mêrikê Saqoqehweyî, Mêrikê Lal, Hebên Kaxizî, Hêk, Tov û Bira ve jiyana takekesan ‘nîşan dide’.
Çawa ku William Faulknerê gewre destnîşan kiriye: “Sherwood Anderson, ez jî di navê de, bavê nifşê nivîskarên Emerîkan tê hesêb; ew yek ji nûnerên gelekî girîng ê wê keleporê ye, ya ku yên piştî me jî pê berdewam in, lê dê tu carî qîmeta wê neyê zanîn.”
Li jêr navê Mêrikê Lal, neh kurteçîrokên hilbijartî, bi wergera Sîdar Jîrê nivîskar û wergêrê xort, bi Kurdî. Da ku Kurdî bi vê geşedana xwe ya dîrokî berdewam be! Ji Lîsê.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


