Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Çîrokên Andersen |
| Nivîskar: Hans Christian Andersen |
| Wergêr: Nesrîn Rojkan |
| Zimanê Resen: Danmarkî |
| Zimanê Jêder: Danmarkî |
| Weşanxane: Morî |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2020 |
| Cihê Çapê: Stenbol |
| Rûpel: 80 |
| ISBN: 978-605-9426-47-3 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDÎ |
Rave
ANDERSEN; di sala 1805an de ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji Danmarkayê ye û ji xeynî çîrokan, şano, helbest, roman û nivîsên geştîyarîyê nivîsîye. Nêzîkî du sed çîrokan nivîsîye û çîrokên wî heya niha li sed û bîst û pênc zimanên cîhanê hatine wergerandin. Pirtûka li ber destê we ya “Çîrokên Andersen” ji deh çîrokên hilbijartî yên H.C. Andersen pêk tê. Pirtûk ji zimanê resen ji Danmarkî hat wergerandin. Em di wê bawerîyê de ne, zarok dê bi çîroka “Tilîkê” tahma çîroka “Nîsko” yê kurdî jê hilbigirin. Her wekî din bi neh çîrokên mayî jî dê li keştîya xeyalan ya Andersen siwar bibin û di vê keştîyê de carinan kêfxweş bibin, carinan jî bi lehengên wî yên xeyalî dê xemgîn bibin. Wergêr, dema çîrokên wî wergerand bi taybetî deh çîrokên wî yên ku ji hêla zarokan ve tên hezkirin hilbijart û bi zimanekî zelal wergerand.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


