Kişik


Navê Resen :
Schachnovelle
Navê Kurdî:
Kişik
Nivîskar:
Stefan Zweig
Wergêr:
Salih Badillî
Zimanê Resen:
Almanî
Zimanê Jêder:
Almanî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2012
Cihê Çapê:
Amed
Rûpel:
80
ISBN:
978-605-4497-47-8
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Kişik, novela Stefan Zweig, ya ku wî di navbera salên 1938 û 1941’an de, di henga rêwîtiya wî ya li Brazîlê de nivîsiye, berhema wî ya herî dawî û herî navdar e.

Di vê novelê de, çend lehengên balkêş hene, ku nivîskar dixwaze bi van qerekteran cîhana dema xwe û peywendiyên polîtîk raxe ber çavan. Ji ber ku em bi zanyariyên der barê jiyana nivîskêr bi xwe de dizanin ku ew monarşiyê diparêze, ji şer hez nake û li hemberî şer hewildaneke wî ya pasîf heye. Hê wê demê ji bo Ewrûpayê yekîtiyê dixwaze. Ev bîr û baweriyên wî hemû di kesayetên leheng û honaka berhemên wî de eşkere ne.

Di Kişikê de, Mirko Czentovic şampiyonê kişikê ye û bi şêweyekî mekanîk dilîze. Li vir pirs ev e: Gelo çawa çêdibe ku yekî wiha yê di zanîna cîhana dema xwe de kêm di warê kişikê de dibe pispor? Ev nakokî ji kû tê û gelo ev naşibe dîktatorî û desthilatdariyên bi her cureyî?

McConnor endazyarekî dewlemend e û bawer dike ku dikare bi darê zorê her daxwaza xwe cî bi cî bike. Di dirêjahiya berhemê de derdikeve pêşberî me û bi gotin û hewildanên xwe ve kesayeta xwe ya hişk û êrîşkar nîşanî me dide.

Dr. B. camêrekî entelektuel û nazik e. Nivîskêr xwe di pişt vî lehengî de veşartiye.

Nivîskar di vê berhemê de bûyer û qewaman bi devê rojnamevanekî vediguheze, kesayetên Czentovic û Dr. B. yên dijber di lîstika kişikê de berawirdî hev dike. Bi vî awayî dixwaze hemû cureyên despotîzmê û xweşbînî û hûmanîzmê jî berawirdî hev bike. Lê di dawiyê de têkçûna Dr. B. bi awayekî jî dibe têkçûna şaristaniya Ewrûpayê li hemberî Hitler.

Kişika Stefan Zweig bi her awayê xwe ve klasîkeke nûjen e, ku ew ê bi Kurdiya wergêrê xort, Salih Badilî, êdî bi Kurdî bê xwendin.


Wergêr

Salih Badillî

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…