| Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Kîraze |
| Nivîskar: Solmaz Kamuran |
| Wergêr: Mehmed Dehsiwar |
| Zimanê Resen: Tirkî |
| Zimanê Jêder: Tirkî |
| Weşanxane: Ronahî |
| Çap: 1 |
| SalaÇapê: 2010 |
| Cihê Çapê: |
| Rûpel: 320 |
| ISBN: 978-605-4287-05-5 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Mehmed Dehsiwar di sala 1959ê de li Êlihê çavên xwe ji dinyayê re vekirîye û ta salên 1980ê jî li wir jîyaye. Piştî cûntaya leşkerî derketîye derveyî welêt û li Swêdê bi cî bûye. Wî li vir li Unîversîteya Stockholmê beşa înstîtuya sîyasetzanîyê û pêwendîyên navneteweyî xwendîye.
Niha li daîreyeke wezareta kulturî ya Swêdê kar dike.
Serî de pirtûk li ser nijadperestîyê hatiye nivîsîn. Di sala 1492’yan de ji alîyê melîkeya Spanyayê, Isabellayê cihûyên hatî sirgûnkirin bi lez û bez û awayekî nexweş hewl didin ku riha xwe û malbata xwe rizgar bikin dikevin rêyan. Bi gelek tengasî, pirsgirêk, mirin û wendakirinan şûn de li Stenbolê bi cih dibin û dikevin nava Osmanîyan. Li wir şûnde li ser mijara du malbatan berdewam dike..
Bi rasthatinên mucîzevî mirov dikêşe nava mijarê de.
Rastî salên 1500’an, wextê sedsala Osmanîyan a ji bo text hevdu dikujin, dixeniqînin, şer û pevçûnan tê. Li serveyî ve û awayekî xweş ji dîroka Osmanîyan hatîye qalkirin. Ji bo dîroka 1492-1598’an bi pevxistinek baş hatîye nivîsîn.
Bi ziman û wergerek pirr herikbar hatiye nivîsîn, mirov tu kêmasîya wergerê nabîne. Hibrê pênûsa Mehmed Dehsiwar her biherike..
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


