Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Kesî bi qasî min ji te hez nekir |
| Nivîskar: Seher Resayî |
| Wergêr: Osman Mehmed |
| Zimanê Resen: Soranî |
| Zimanê Jêder: Soranî |
| Weşanxane: AVESTA |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2013 |
| Cihê Çapê: Stenbol |
| Rûpel: 96 |
| ISBN: 9786055279455 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
- Seher Resayî, di çîrokên xwe de, jiyana xwe ya ku li bajarokekî rojhilatê Kurdistanê destpêkirî dike paşxaneya xwe û ji zarokatiyê heta bi xamatiyê û ji wir heta bi bûkanî û jinîtiyê hemû hal û wextên jinê dike mijar. Resayî ku acizî û kêşeyên jinê yên ligel xwe, dê û bavê xwe, mêrê xwe dijî bi zimanekî wêrek û ji adetê der tîne zimên, herwiha li beramber adet û keleporên mêrsalarî radiweste û ji bo vê yekê hemû derfetên zimên bi kar tîne. Di van çîrokan de ku zimanekî şi’rane jî xwe lê vegirtiye, axaftinên di ber xwe de vediguherin zimanekî bi serê xwe û bi riya diyalogên xeyalî jî kûrahiyên nayê gotin ên asoya jinê darîçav dibin. Resayî di çîrokên xwe de tenê bi gera di nav kûrahiyên ruhê jinê de namîne, herwiha laşê jinê jî dike mijar ji xwe re û dijberiya jinê ya li hember cihê wê yî di nav civakê de bi deformekirina zimanê rojane pêk tîne. Resayî ku meseleyeke gelekî ji dera hanê xuya dike jî bi hessasiyet û feraseteke derasayî vedibêje, gava behsa pêwendiyên jin û mêr dike derbarê mêran de jî gelek tiştan dibêje.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

