Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Ken Parker – Malê Xweş Malê |
| Nivîskar: Giancarlo Berardi & Ivo Milazzo |
| Wergêr: Selîm Nalî Gulfîraz |
| Zimanê Resen: Îngilîzî |
| Zimanê Jêder: Îngilîzî |
| Weşanxane: Avesta |
| Çap: 1 |
| SalaÇapê: 2025 |
| Cihê Çapê: Stenbol |
| Rûpel: 96 |
| ISBN: 9786255535214 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Ken Parker Lehengekî xêzeromanî ye ku ji layê nivîskar Giancarlo Berardi û xêzker Ivo Milazzo ve hatiye afirandin. Kesayetî û rûdêma Ken Parker feyza xwe ji Robert Redford ê serlehengê fîlma “Jeremiah Johnson” a derhênerê navdar Sydney Pollack werdigire. Kesê ku cara yekem Ken Parker dixwîne, serê pêşîn di bin bandora behremendiya Berardi ya di warê vebêjiya realîst a sînemayî de û vehûnandina diyalogên wî yên ciwan de dimîne ku di vî warî de ew ne kêmî derhênerên mezin e. Piştre jî dibe hijmetkarê wê xêza pir şêweyî ya ku ji serê firça Milazzo veder tê, ku karakter û mekanan di gel hemû hestên wan bi awayekî ew çend ciwan vediguhêzîne. Gava ku xwîner kitêbeke Ken Parker diqedîne, bi qasî balkêşiya çîrokê û hostetiya xêzan, pê dihise ku dibe şeydayê vî antî lehengî jî ku tê vegotin.
Baş e, îja kî ye gelo ev Ken Parker?
Ken Parker gerokekî tenê û kubar e ku baweriyê bi nirxên gerdûnî û aştiyê tîne, û heta ku jê tê hewl dide ku xwe dûr bixe ji jîngeha tije tundrewî ya li dorûberê xwe. Ew xwe weke kesekî wezîfedar an jî rizgarker nabîne, lê belê, ew çend jî hestiyar û mêrxas e ku nikare xwe li hemberî neheqiyên ku li dorûberê wî rû didin ker bike. Ji bo Ken ti giyanewerek ne di ser yê din re ye, ew naşibe lehengên nêrane yên ku em pê dizanin ji cureyê westernê, ew yekî xwende, bi meraq û di şayîşa hebûna xwe de ye. Li hemberî jinan bi şewqet û dilsoz e. Di serdemeke ku çekên otomatîk lê bi kar bûn, sedema bijartina wî ya tivingeke yeklûleyî xwe disiparte wê xweşbîniya wî ya ku eger rojekê mecbûrî nêçîrê bimaya, da ku şansekî duyem bidaya wê giyanewera ku ji wê guleberdana wî ya tenê rizgar bûbe. Ji bo ku jiyana xwe berdewam bike, ji bilî nêçîrvaniyê, rêberiya artêşê jî dike. Ji ber vê yekê, xwîner jî bi Ken Parker re dibe şahidê qetlîam û asîmîlasyona artêşê ya li çermesoran. Di vê rewşê de jî Ken Parker wê sekna xwe ya exlaqî ya ku em jê hêvî dikin, dubare nîşan dide.
İmam Cici
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


