| Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Ji Haîkûnûsên Japonî Demsal Bi Demsal Haîkû |
| Nivîskar: Harold Stewart |
| Wergêr: Sidiq Gorîcan |
| Zimanê Resen: Îngilîzî |
| Zimanê Jêder: Îngilîzî |
| Weşanxane: Nûbihar |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2024 |
| Cihê Çapê: |
| Rûpel: 152 |
| ISBN: 9786256605404 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Her mijar her çi qas li haîkûyê bê jî, mijara bingehîn a haîkûyê esildanî demsal û siruşt in. Di vê kitêbê de haîkûyên haîkûnûsên navdar ên Japonan cih digirin û bi berê ve demsal bi demsal hatine bicihkirin. Ev sêristikên ku ji Îngilîzî hatine wergerandin bi îlustrasyonên resen ve hatine xurtkirin û xemilandin.
Aliyekî herî xurt yê zimanê Kurdî, peywendiya wî ya bi siruşt û demsalan re ye. Lewma jî haîkû di vegotina Kurdî de ji xwe re cihekî nasyar û xweşkês digire. Di wergera van sêristikan de jî ev taybetî bi awayekî zelal dixuyê.
cih tune
serê xwe biêximê –
spas lavlavkê
BASHÔ
cilê feqîrê rûken
ji kîsê erd û asîmanan e –
herwefiroş e havîn
KÎKAKU
şevînîyê dike
di ser çêm ra heyîva kewçêrê –
ka bilûra cîrên
KÔYÔ
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

