Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Guleya sar |
| Nivîskar: Azad Cûdî |
| Wergêr: M. Işikoxlu |
| Zimanê Resen: Îngilîzî |
| Zimanê Jêder: Îngilîzî |
| Weşanxane: Neqş û Şilêr |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2021 |
| Cihê Çapê: Qamişlo |
| Rûpel: 290 |
| ISBN: 978-3-98919-016-0 |
| Kirîn: https://naqesh-publications.com/ |
Rave
“Pirtûkeka ku mirov li hemberê mat dimîne, jê fêr dibe û dîsa û dîsa lê vedigere û dixwîne.”
John le Carré
“Ev serpêhatî û tiştên ku Azad Cûdîyî ew tomar kirine, bi giranî bandorê li mirovî dikin. Her wiha, ev berhem xwe bi hêsanî digihîne giyanê mirovî û ji bo rojavayîyekê xemnexwer têra xwe fêrker e. Tê da hem kêlîyên tirsnak û hem jî mirovatî heye û heya li gel trajedîyê best û îlham jî hene. Ev berhem, bi zimanê xwe yê lîrîk rêzê dide gelekê bindest û rêhevalên şehîd -ên ku bi qasî mêran, jin jî di nav wan da hene-. Hêjayî cemawerekê mezin ê xwîneran e.”
Fergal Hallahan, Pirtûka Hefteyê, Irish News
“Bibandor û nejibîr e. Tiştê yekem ê li ser vê yadaştê balê dikişîne, şêwaza wê ye. Ev berhem xwedî zimanekê baldar û bihendaze ye û ji zimanê qure yê mêran ê ku gelek pirtûkên bi vî awayî, kirêt dike; bi temamî dûr e. Di dewsê da, berhem bi ji şayesandinên şer û nîşanbazîyê yên pratîk û hêsan, mişt e. Zimanê metaforî yê ku bipîvan hatiye bikaranîn, xwendina berhemê xweştir dike. Piranîya serpêhatîyê mirovî dibizdîne û jixwe divê wisa bike jî.”
Graeme Wood, Wall Street Journal.
“Wekî nîşanbazekî, karê wî guleberdana li çekdarên DAIŞê bû û ew di vî karî da gelekî serkeftî bû. Ew (Azad Cûdî) vê serpêhatîya xwe bi berhemeka bibandor vedibêje.”
James Murray Daily Mirror
“Bi kurtî berhemeka bijare û bihêz e.”
Booklist
“Balkêş e. Çîroka wî ya ku bi şayesteyî hatiye vegotin, dê piştî têkçûna DAIŞê bi gelekî jî deng vede.”
Publishers Weekly
“Berhemeka wêrek, zelal û hizirdar e. Yadaşteka bibandor e ku rastîya giran a şerên herêmî û siyaseta parçebûyî ya Rojhilata Navîn a îroyîn eşkere dike.”
Kirkus
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

