Navê Resen : Hope |
| Navê Kurdî: Hêvî |
| Nivîskar: Papa Francis |
| Wergêr: Sirwan Qiçço |
| Zimanê Resen: Ingilîsî |
| Zimanê Jêder: Ingilîsî |
| Weşanxane: Ramîna |
| Çap: 1 |
| SalaÇapê: 2026 |
| Cihê Çapê: |
| Rûpel: |
| ISBN: |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Ev pirtûka bi navnîşana “Hêvî” pencereyeke germ li ser jiyana Papa Francis û bawerî û boçûnên wî vedike. Ew yekemîn papa ye ku bîranînên xwe belav dike dema ku hîn ew di posta papatîyê de ye. Francis di nav van rûpelan de rêka jiyana xwe ya bêhempa bi bîr tîne: ji zaroktîya wî li taxên koçberan li Buenos Aires, û êşên malbatî ku hestên wî yên berpirsîyê peyda kirin, heta bi geşta wî ya giyanî ya aram ku ew gihand wê konklava ew wekî papa hilbijart.
Francis vedigere kêlîkên girîng di papatîya xwe de, wekî çaksazkirina doseya darayî li Vatîkanê û berfirehkirina gerîndeyên dilovanîyê di hundirê dêrê de bi rîya piştgirîya çîn û alîyên lawaz û paşguhxistî. Papa Francis behsa civînên xwe yên dîrokî dike, ligel kêlîkên guman û nûbûnê, û herwiha hûrgilîyên plana terorkirina wî ya ku hate şikandin dema ku wî sala 2021’ê serdana Îraqê kir.
Ev pirtûk mijarên taybet û yên giştî di kesayetîya Papa Francis de bi hev re pêşkêş dike. Ew dîdevanîya dîroka kesekî ye ku jiyana xwe ji bo xizmeta kesên din terxan kiriye; jiyaneke tijî dilnizimî, hêz û bawerî. Ev bîranîn peyama dawî bû ya papayekî ku bandora wî hîn jî li seranserê cîhanê vedide.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


