| Navê Resen : Disgrace |
| Navê Kurdî: Hetîketî |
| Nivîskar: J. M. Coetzee |
| Wergêr: Yunus Eroğlu |
| Zimanê Resen: Îngilîzî |
| Zimanê Jêder: Îngilîzî |
| Weşanxane: Lîs |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2010 |
| Cihê Çapê: Stenbol |
| Rûpel: 250 |
| ISBN: 9786055683399 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
David Lurieyê navsere û berê du caran zewicî, paşê her du jinên xwe jî berdayî, dema mamostetiya xwe ya di Zankoya Teknîkî ya Cape Towna paytextê Efrîqaya Başûr a di warê helbesta romantîk de, ji nişkê ve dil berdide xwendekareke xwe, ku ev têkiliya wî jiyana wî lê dike jehr, li ser gilîkirina malbata keçikê, David derdixin ber desteyeke jêpirsînê ya zankoyê. David gava ku dil dike li tawana xwe mukir bê, lê napejirîne ku bidî raya giştî radest bibe, dev ji karê xwe berdide û lê dixe diçe çewlika biçûk a keça xwe, Lucyyê.
Her çend di sêrî de bandora keça wî û teqla xwezayî ya çewlikê dike ku jiyana David a ahenga xwe ji dest dayî bi rêk û pêk bibe jî, lê hevkêşeya hêzan a wan deverên dûredest dest pê dike xerab lê tîne. Kesine reşik rojekê tên bi awayekî hovane êrîşî wî û Lucyyê dikin, ev yek jî dihêle ku hemû çewtiyên di peywendiya bavê û keçikê de derkevin mexderê.
J. M. Coetzeeyê ku yek ji mezintirîn romannûsên serdema me ye (xelatgirê Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2003’yan), bi vê çîroka xwe ya pirrtewek a şuxulê bîrtûjiyê ve, bertekên polîtîk ên xefî takekesî yên li gel reşik û spiyên Efrîqaya Başûr, viyana tund a bo goştê mê tîne rojevê, bi zimanê xwe yê lîrîk, xwendevanên xwe hûr hûr dajo nava rehên şahkareke bi navê Hetîketî.
Hetîketî romanek e, ku ji destkeftiyên wêjeya cîhanê tê hesibandin. Her wiha, ev ‘hetîketî’ dê serî li wergera Kurdî jî bilind bike! Bi wergera bedew a romannûs û wergêr, Yunus Eroğlu.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…




