Her Du Jîyanname


Navê Resen :
Navê Kurdî:
Her Du Jîyanname
Nivîskar:
Selîm Berekat
Wergêr:
Evdo Şêxo
Zimanê Resen:
Erebî
Zimanê Jêder:
Erebî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2014
Cihê Çapê:
Amed
Rûpel:
189
ISBN:
9786054497294
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


“Kulîya Hesinî” û “Ka Bilind Bike, Dengê Borezanê Heta Bi Dawîyê Bilind Bike…” Her du jîyannameyên nivîskarê Kurd ê Erebînivîs Selîm Berekat in ku bîrahatîyên zarokî û lawînîya Selîm Berekat; bîrahatîyên Bakurê; bakurê Sûrîyeyê; Binxeta welêt; Binxeta binxetbûyî, vedibêjin. Bûyerên van bîrhatîyan ji sala 1961’ê ve; dema hilweşîna yekîtîya di navbera her du dûgelan (Sûrîye û Misirê) de dest pê dike û diajo heta bi salên gêncîtîya Selîm Berekat (salên 1970’î). Jixwe ji wan Salan de, Selîm Berekat xaknîgarîya bîranînên xwe nedîtiye; ew xaknîgarîya ku wî êş û keserên xwe, ken û laqirdîyên xwe, ketin û rabûnên xwe ji pêsîrên wê mêtine. Selîm Berekat di van bîrhatîyên kenegirî (trajîkomedî) de, rewşa Kurdistanê bi gelemperî vedibêje. Ew bi rengekî wêjeyî çarenivîsa me ya ku me ew tu carî nenivîsîye, radixîne ber çavan. 

Weşanxaneya Lîsê ku ji sala 2004’an û vir ve, xwe berdaye meydana wergerandina berhemên giranbiha ên wêjeya cîhanê, vê carê her du jîyannameyên Selîm Berekatê -vebêjerê jana Kurdan- bi wergera Ebdelah Şêxo pêşkêşî xwînerên berkeftî dike…

Bi hêvîya ku rojekê ji rojan, em bîranînên azadîya xwe, bîranînên xweşî û şahîyên xwe yên nîvçemayî; bi hêvîya ku em êdî hew bîranînên xwe wergerînin zimanê dayîka xwe, em vê gurza bîrhatîyan radestî xwînerên hêja û birûmet dikim


<strong>Wergêr</strong><br>
Wergêr

Evdo Şêxo

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply