Navê Resen : Girewî Bextî Helale |
| Navê Kurdî: Helale |
| Nivîskar: Eta Nehayî |
| Wergêr: Besam Mistefa |
| Zimanê Resen: Soranî/Kurdî |
| Zimanê Jêder: Soranî/Kurdî |
| Weşanxane: Avesta |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2020 |
| Cihê Çapê: Stenbol |
| Rûpel: 280 |
| ISBN: 978-605-2246-77-1 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Haşim Ahmedzade, di nivîsa xwe ya li ser çapa kurmancî a “Helale” de wiha dibêje:
“‘Grewî Bextî Helale’ guherînên civaka kurd di çend deh-salên derbasbûyî de vedibêje. Di vê romanê de evîn, siyaset û nasname tev li nav serpêhatiyên mirovên kurd di çend nifş û cihan de tên kirin. Hevrikiya kevneşopî û nûxwaziyê di temamiya romanê de cih digire. Nivîskar vê rastiyê di pêkhateya vegotineke bedew de ji xwendevanên dilbijokên romana kurdî re dike diyarî. Bandora xebata çiyê li ser tevger û hişmendiya mirovê kurd beşekî sereke yê vegêranê pêk tîne. Mijara xerîbî û diyasporayê jî babeteke sereke ya jiyan û serpêhatiyên karakterên vê romanê ye. Metafora xencera ku xwe ji Kurdistanê digihîne taxa Flemingsberga Stockholmê, bandora cih û kultûrê li ser reftar û kesayetiya mirovan bi awayekî qeşeng nîşan dide. Serpêhatiya Helaleyê hewldana civaka kurd a berdestkirina jiyaneke azad û nasnameyeke mirovî ya têvel û pirreng şênber dike.”
Ji Soranî: Besam Mistefa
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


