Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Hawar |
| Nivîskar: Ehlam Mensûr |
| Wergêr: Rizgar Elegez |
| Zimanê Resen: Soranî |
| Zimanê Jêder: Soranî |
| Weşanxane: Avesta |
| Çap: 1 |
| SalaÇapê: 2022 |
| Cihê Çapê: |
| Rûpel: 72 |
| ISBN: 9786257253932 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Ehlam Mensûr nivîskar û rewşenbîra naskirî, li Başûrê Kurdistanê ku ew hê di salên 1970yî de li Koleja Edebiyatê ya Zimanê Kurdî di Zanîngeha Bexdayê de keseke çalak û bi gotina wê bi xwe, keseke yaxî bû, ev yaxîbûn hewldanên azabûna jinan bû bi taybet li hemberê fişar û dab û nerîtên neyînî yên çanda pederşahiyê. Hê di destpêka çîroknûsiya wê de jî feraseta femînîzmê heye, ku ji xwendinên Simone de Beauvoir û Virginia Woolfê jî tesîr girtine. Edebiyata wê bi xwe babetên tabûşikên dane ber xwe.
Ev kurteberhema wê ya ezmûnî, Hawar, cureyek e ku vekolana serboriyên di bîra wê da jan dide û temasa wê ya xwebixwe ku tê de azar û dengek heye. Eva wekî kirinek e bi peyv û nivîsê, rexne ye dîsa li civakê û belkî li hin nivîskarên mêr ên li wê heyamê. Wekî xeberdaneke xwe bi xwe re, lê di guhê hesas re diçe, mînanî janeke zindî dike hawar.
Ehlam Mensûr her wisa di vê kitêba xwe de, wekî xwe-axaftinekê û vegotineke derûnî dertê pêş. Hawar derbirînek e di takekes de kûr dibe, lê wekî Ehmed Şamlû di helbesteke xwe de dibêje “ez derdê muşterek im, min bike hawar”, her wisa derd û jana Ehlam Mensûrê jî janeke mirovbûnê ya muşterek dike hawar. Hawar, bi şêwaza xwe û derbirînên ku temasên şa’irane jî dihewîne, berçavtir dibe.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


