Guldesteyek Ji Baxê Rewanê


Navê Resen :
Navê Kurdî:
Guldesteyek Ji Baxê Rewanê
Amedekar:
Ferid Demirel
Weşanxane:
Sor
Çap:
1
Sala Çapê:
2022
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
192
ISBN:
9786058044159
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Di dema Sovyetistanê de li Ermenistanê civaka kurdan ji bo dibistanan pirtûkên dersan amade kirine. Zarokên ku diçûn dibistanê bi saya van pirtûkan bi kurmancî xwendine û nivîsandine. Di van pirtûkan de çîrok, metelok, helbest û tiştên din ên kurdan hebûn. Li hêlekê jî di van pirtûkan de fikra sosyalîzmê hebû. Behsa hejariyê, sedema vê hejariyê, başbûna sîstema sosyalîzmê û rizgarbûna gelan hebû.
Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Cerdoyê Gênco ev pirtûk bi hevkariya nivîskarên ermen ên weke H. Mikirtçyan, G. Zenyan û R. Drambyanî amade kirine. Di van pirtûkan de heman kesan çîrokên xwe weşandine, çîrok û helbestên nivîskarên kurd û ermen çap kirine. Her weha ne tenê yên xwe weşandine, çîrokên Gorkî, Çexov, Tolstoy, Tûrgênyêv, Tûmanyan û gelekên din wergerandine.


Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…