Rave
Bi riya wegerê hem zimanê me dikemile, hem jî em dibin şirîkê edebiyata dinyayê. Digel qedexeya li ser zimanê kurdî û nebûna statuyeke fermî, dîsa jî kurd nasekinin, ji ziman û edebiyata dinyayê wergerê dikin û me di her şaxê edebiyatê de bi edebiyata dinyayê dihesînin. Ev berhem ji helbestên bulgarî pêk tê ku Xurşîd Îlewî jê re kirasekî
kurdî î spehî dirûtiye û pir xweşik li bejnê aniye. Gava mirov dixwîne, mirov naxwaze
dev jê berde û yek li dû ya din mirov bi dû xwe de dikişîne. Dengê kurdî, tingîniya kurdî û awaza kurdî ji wan difûre. Ew carina mirov dixe nav pêla xewn û xeyalan, carina mirov radikişîne kûraniya bîran, carina balê dikişîne ser jarîtî û belengaziya mirovan û carina jî piştî ramûsaneke evînî ya xeyalî xatir dixwaze û diçe: Carna ezê bême xewna te, Mîna mêvanekî ne li bîr û dûr, Min li derve nehêle,
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


