Don Kîşot


Navê Resen :
Don Quijoto de la Mancha
Navê Kurdî:
Don Kîşot
Nivîskar:
Cervantes
Wergêr:
M.Reşit Aktay
Zimanê Resen:
Spanî
Zimanê Jêder:
Ne diyar e.
Weşanxane:
Aram
Çap:
1
Sala Çapê:
2023
Cihê Çapê:
Enqere
Rûpel:
152
ISBN:
9789758242979
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Don Kîşot hûn nas dikin, ew karakterê romanê yê rih zirav û dirêj. Hinde romanên şovalyeyan xwendiye û di bin tesîra van romanan de ew jî xwestiye bibe şovalyek. Don Kîşot ji Dulcinea del Tobosoyê hez dike. Hespekî Don Kişot yê wek wî qels û zeîf bi navê Rocinante heye.

Ew gelek caran bi seyîs, alîkar û hogirê xwe Sanço Panza re nîqaşan dike.

Belê ev şovalyeyê extiyar û evîndar ku aşên bi bayê dişûxile re şer dike, pêş qehremanê romana ji aliyê Cervantes ve hatiye nivîsandin e.

Gava hûn vê romana Don Kişot bixwinîn ku bi milyonan xwendavanên vê romanê li cîhanê hene, di nava wan çîrokên herikbar, ji aqildûr û kelecaniyê de hûnê jî xwe şerê li hember aşên bayê bibînin.

Ji bo ispatkirina evîna xwe ya bi navê Dulcinea del Tobosso, Don Kîşot bi hespê xwe Rocinante û xulamê xwe Sancho Panza re dikeve nava şerên li hember aşên bayê û serpêhatiyên ecêb ser de dibore. Qehremaniyên Don Kîşot yên ji aqildûr wê we bibe cîhaneke din.

Ev şahesera edebiyata Spanî, ku beşa wê ya yekem di sala 1605an de hatiye çapkirin, di edebiyatê de destpêka cerebê romanê tê hesibandin û ji çapbûna xwe heya roja me bi gelek zimanan hatiye wergerandin û çapkirin.

Don Kîşot yek ji wan pirtûkan e ku her kesê ku “xwendevan” be lazim e bixwîne. Bi gotineke din yên ku Don Kîşot nexwendibe, wekî “xwendevan” nayê hesibandin.


werger

Wergêr

M.Reşit Aktay

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…