Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Dîroka Navderên Kurd-1-2-3 |
| Nivîskar: Baba Merdoxê Rûhanî (Şiwa) |
| Wergêr: M.Reşîd Irgat-Îsmet Kılıçarslan Yunus Dilkoçer-İbrahim Sunkur |
| Zimanê Resen: Farisî |
| Zimanê Jêder: Farisî |
| Weşanxane: Nûbihar |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2023 |
| Cihê Çapê: Stembol |
| Rûpel: 600 |
| ISBN: 9786059413909-9786059413916-9786059413923-9786059413893 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDÎ |
Rave
Baba Merdox, dîroka arif, alim, edîb, şair, nivîskar, mîrek, siyasetmedar û hwd. ên Kurd ên li her devera dinyayê bi awayekî birêkûpêk û bi çavkaniyên cûrbecûr pêşkêşî nezera xwendevanan kiriye.
Baba Merdoxê Rûhanî, bi mezaxtina nêzîkî nîv çerxê ji temenê xwe, yanê ji ciwaniyê ta kalîtiyê, di ber berhevkirin û amadekirina belgeyên dîroka navdarên Kurd de gorî kiriye û di vî warî de gaveke qahîm avêtiye û berhemeke mayinde li pey xwe hiştiye.
Ev pirtûka dîrokê ji du beşan pêk tê:
Beşa Yekem: Der barê danasîna Arif, Alim, Edîb û Şairên Kurd de ye. Ev beş ji du bergan pêk tê. Bergê Yekem, ji çerxa destpêka Îslamê heta dawiya çerxa 13an e. Bergê Duyem, ji çerxa 14an û destpêka çerxa 15an heta roja ku me karê vê xebatê hilda ser xwe di nav xwe de dihewîne.
Beşa Duyem: Bergê Sêyem jî jinnameya mîrekan û dîroka xanedanên Kurd di xwe de dihewîne.
Baba Merdox heta dawiya temenê xwe bi vî karî re mijûl dibe û ta ku êdî ji ber kalî û nexweşiyê rojekê qelem ji dest dikeve. Her du bergên ewil di xweşiya wî de têne çapkirin; bergê sêyem ê nîvcomayî jî kurê wî Macid Merdox temam dike.
Wergera vê berhemê bi bal Kurdî ve, di sala 2000î de li ser daxwaza Mam Feqî Huseyn Sağnıç ji aliyê Mela Reşîd Irgat û Mela Îsmet Kılıçarslan ve, bi niyeta ku li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê çap bibe dest pê dike. Jixwe Mela Reşîd û Mela Îsmet her du jî endamên Enstîtuyê bûn. Pêşiyê wergerê bi daktîloyê dinivîsîn û piştre bi gelek zehmetiyan derbasî kompîtorê dikin. Feqî Huseynê ku pirr dixwest ev wergera Kurdî bê çapkirin, beriya ku werger biqede di sala 2003an de wefat dike. Hêj werger didomiya mixabin di 2006an de jî seydayê Mela Îsmet li Îzmirê di qezayeke trafîkê de wefat dike. Çawa ku nivîskarê kitêbê beriya qedandina bergê sêyem wefat dike, yek ji wergêrê wê jî beriya qedandina wergera bergê sêyem wefat dike. Li ser vê Mela Reşîd wergera cildê sêyem bi xwe temam dike. Hersê bergên nêzîka 1900 rûpelî ne, ji bo meraqdar û lêkolîneran çavkaniyên gelek hêja ne.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…













