Navê Resen : |
Navê Kurdî: Bo Dîrokê |
Nivîskar: Mesud Barzani |
Wergêr: Arif Zêrevan |
Zimanê Resen: Kurdî-Soranî |
Zimanê Jêder: Kurdî-Soranî |
Weşanxane: Avesta |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2021 |
Cihê Çapê: Stenbol |
Rûpel: 215 |
ISBN: 9786257253499 |
Kirîn: PIRTUKA KURDÎ |
Rave
Referandûma serxwebûna Kurdistanê…
Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn…
Pêwendiyên navdewletî, peymana herêmî ya li dijî kurdan…
Mesûd Barzanî nivîsî:
“Bo Dîrokê”
Ne tenê 20 salên dawî, ev kitêb kurtedîroka 100 salî ya têkoşîna rizgariya Kurdistanê ye.
Mesûd Barzanî, serokê pêşî yê Herêma Kurdistanê, dîtin û bîranînên xwe yên li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê nivîsîn û di kitêba bi navê “Bo Dîrokê” de çap bûn. Di kitêbê de gelek agahiyên girîng ên li ser Kurdistan, Iraq, herêm û welatên din hene.
Ji kitêbê;
“Di sed salên borî de miletê Kurdistanê hemî rê tecribe kirin da bikare digel dewleta Iraqê di nêv aştî, şirîkatî û wekheviyê de bijît. Hikûmetên Iraqê li hemberî vê yekê heta ko ji wan hat taqeta dewletê xist bin xizmeta şovenîzmê û mezhebcîtiyê de. Wan rêya marjînalîzekirin, erebkirin, jenosîd, rizqbirîn û înkara kurdan da ber xwe. Ji ber vê hindê miletê Kurdistanê piştî ko ji tecribekirina hemî rêyan bêhêvî bû referandum çêkir. Referandumê kûrahiya têgeheştîbûn û baweriya miletê Kurdistanê ya ji bo çareseriyeka modern û aştiyane ya dozeka zehmet ya sed salan nîşan da. Lê belê bersiva dengê meşrû û aştiyane yê milletê Kurdistanê, cardî jî bû zimanê sîlehan, zordarî û eqliyeta şovenîst. Rêya tikîtenê ji bo çareserkirina problemên Iraqê û nehiştina giriftên di nêvbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de û rêya tikîtenê ya xwegihandina pêşketin û aştiyê, destjêberdana eqliyeta şovenîst û bijartina kultura hevduqebûlkirinê ye.
“Pirsyar ev e: Madem rê nayêt dan ko em şirîkên vî welatî bin em dê bi çi hêviyekê endamên vî welatî bin? Di gelek qunaxan de ji bo xatirê Iraqa nû û li ser sozên Emerîkayê me çavên xwe ji gelek mafên xwe û zêdegaviyên hikûmetên iraqî re neqandibû. Ev hemî sebebên wê çendê bûn ko em digel aliyên kurdistanî bigihîn wê netîceyê yan divêt em di dewleta Iraqê de şirîk bin yan jî wekî sedsala borî her di xelekeka vala de bizivirin. Madem Bexdayê jî nekarî me wekî şirîk qebûl bike divêt em bidin ser rêya xwe.”
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…