Navê Resen : Avesta |
| Navê Kurdî: Avesta – Nivîsên Olî Yên Ariyan Ên Herî Kevnar |
| Amedekar: Celîl Dustxah |
| Wergêr: Tahir Agûr |
| Zimanê Resen: Farisî |
| Zimanê Jêder: Farisî |
| Weşanxane: Avesta |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2021 |
| Cihê Çapê: Stenbol |
| Rûpel: 548 |
| ISBN: 9786257253338 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDÎ |
Rave
Avesta, kitêba Zerdeşt û komberhema herî kevnar a gelê arî ya olî ye ku li gor hin çavkaniyan di destpêkê de ji bîst û yek neskan (beşan) pêk hatiye ku bi derbasbûna demê re û ji ber sedemên cuda, gelek beşên wê winda bûne û niha tenê ji şeş beşên bi navên Gehan, Yesne, Yeşt, Vendîdad, Vîspired û Kurte Avestayê pêk tê ku ji her yekê re defterek tê gotin. Peyva “Avesta”yê ku di berhemê bi xwe de derbas nebûye, ji pêşgira navdêrsaz a “A” û lêkera “Vîste” bi wateya naskirin, zanîn, peydakirin û peydabûnê (ku li gel peyva “Veda” (Vîd) pirtûka hindiyan a olî hevreh e) pêk tê. Bi giştî “Avesta” weke “agahîname” yan “zanînname” tê zanîn. Girîngiya Avestayê ji bo gelên arî û bi taybet kurdan ev e ku gelek bawerî, mîtolojî û çanda bav û kalên wan ên bi hezaran salan berî niha radixe ber çavan. Xebatên ku berî vê berhemê bi farisî û kurdî hatine kirin belawela ne û hemû beşên Avestayê bi hev re nehatine çapkirin, lê di vê xebatê de hemû beş (şeş defter) bi hev re hatine û her wiha di beşa pêşgotinê de bi awayekî berfireh û birêkûpêk agahiyên baş der heqê Avesta, Zerdeşt, taybetmendî û mijarên beşan û hwd hatine dayîn ku çarçoveyeke baş li bara mezdaperestiyê di mêjiyê lêkolîner û xwendevanan de çêdike.Dîsa di dawiya berhemê de ferhengek li bara peyv û biwêjên Avestayê hatiye nivîsandin.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


