
Di 1955an de li Xalikan (Gölyazı) li bajarokê Cihanbeyli ya girêdayî Konyayê hatiye dinê.
Xwendina xwe ya destpêke û ya navîn li Xalikanê, lîse li Konyayê qedandiye. Dû re li Hollendayê di Zanîngeha Leydenê de, Fakulteya Edebîyatê beşa Zimanê Rojhilat de Zimanê Tirkî û Edebîyata Tirkî qedand. Teza xwe ya zanîngehê derheqê jiyana şaîrê Kurd yê navdar Cegerxwîn de amade kiriye. Heta niha nivîsên wî di kovar, rojname û malperên kurdî yên weke Rojnama Kurdistan press ya li Swêde; rojnama Azadî/Riya Azadî û kovara Deng li Almanya; malpera Kurdistan-post, Netkurd, Navkurd û Rupelanû de derketine. Çend sal in li ser klasîkên dinyê kar dike. Eger temenê wî têr bike wê ansîklopediya klasîkan cîhanê bi sê-çar cîldan amade bike.
Pirtûkê wî yên hatine weşandin:
Bi Kurdî navê Mirovan /Stenbol 1992 weşanên Doz Jînenîgariya Cegerxwîn û berhemên wî /Stenbol 2010, weşanên Do
Neteweperestiya Kurda, Stenbol /2013 weşanên Do
Guldesteyek ji Edebiyata Cîhanê /Stenbol /2019, weşanên Sîtav
Warê Nû /Stenbol 2020, weşanên Sîtav