Serdar Roşan

Nivîskar, wergêr, helbestvan, çîroknivîs Serdar Roşan di sala 1958an de li Licê ji dayik bûye. Li Diyarbekir di sala 1979an de Enstîtuya Perwerdeyî, Beşa Zanînên Civakî qedandîye. Piştî derbeya eskerî ya 12ê Îlonê ji welêt derketîye û di sala 1982yan de çûye Swêdê. Ji wê salê û vir de li Stokholmê dijî. Demekê siyaseta aktîf kiriye û dû re destê xwe ji karên siyasî kişandiye. Di sala 1987an de dibistana berz ya mamosteyan li Stokholmê qedandîye û dest bi karê mamostetîyê (mamostetîya zimanê Kurdî) kirîye. Ji sala 1994an û vir de bi edebiyatê mijûl e. Gelek klasîkên dinyayê wergerî Kurdî kirine. Him çîrokan û him jî helbestan dinivîse, lê di warê wergerê de pir xebat kirîye. Di hin malperan de qunciknivîsî kirîye. Di gelek kovaran de nivîsê wî yê li ser çand, wêje û sîyasetê hatine weşandin.

Wergaranên wî:

Vîdeo: