Nezîr Ocek

Nezîr Ocek di sala 1961’ê de li gundê Xumarê yê girêdayê navçeya Şaxa Wanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe heta dibistana navîn li Wanê xwendiye, lise jî li Cizîra Botan xwendiye. Piştre derbasê Suriyê bûye li Kuliyata Şamê beşa Ziman û Wêjeya Erebî xwendiye. Di sale 2002’an de li Stenbolê di Enstîtuya Kurdî de perwerdeya zimanê kurdî dîtiye. Di sala 2004 de li Wanê di fêrgeha fermî ya Zimanê Kurdî de perwerdeya waneyên rêziman û wêjeya kurda daye. Di sala 2006’an de di avakirina KURDI-DER’a Wanê de cih girtiye û ji hingî ve di nava xebat û perwerdeya zimanê kurdî de cihê xwe digire û hê jî ev xebatên wî berdewam in.

Berhemên wî yên ku wergerandine zimanê kurdî û ji aliyê Weşanxaneya Sîtav ve hatine çapkirin ev in:
1-Xoxek û Hezar Xox
2- Rastî û Nîgaşa Rojekê
3- Çiroka Hezkirinê
4- Masiya Reş a Biçûk
5- Kevokvanê Keçel
6- Zarokê Silkfiroş
7- Stêrê û Pitika Axivêr
8- Stêrê Qirik
9- Serpêhatiyên Kuliyeke Berfê