Mistefa Aydogan

Mistefa Aydogan (bi tirkî: Mustafa Aydoğan) nivîskarekî kurd e. Mistefa Aydogan di sala 1957an de li Qosera Mêrdînê hatiye dinyayê. Ew di sala 1985an de li Swêdê bi cih bû û heta niha jî her li Swêdê dimîne. Mistefa Aydogan li Swêdê ket nav tevgera çandî û heta niha ji Jack London, Yaşar Kemal, Aziz Nesin, Edîp Karahan, Ann Eriksson û Orhan Pamuk pirtûk wergerandine û bi xwe jî bi navê Pêlên Bêrîkirinê û Berê gotin hebû du pirtûk nivîsandine. Wekî din Aydogan di kovar û rojnameyên cihê de li ser mijarên cihê gotar nivîsandine.

ÇAVKANÎ

https://ku.wikipedia.org/wiki/Mistefa_Aydogan

Wergerên wî

  1. Navê Min Sor e, Orhan Pamuk, Roman, 586 rûpel, Weşanên Doz, 2002, ISBN 975-6876-23-9
  2. Fîl Hemdî, Aziz Nesin, Çîrok, 155 rûpel, Stenbol, Gelawêj 1999, ISBN 975-6876-10-7
  3. Siltanê Fîlan, Yaşar Kemal, Roman
  4. Zarokê Şevê, Jack London

VIDEO

Mistefa Aydogan, Beşek mêzin ji vîdeo yê derbarê wergerê ye