Jan Dost romannivîs, helbestvan, wergêr û nivîskarekî kurd e. Ew di 12’ê adarê sala 1965 an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985 an heta 1988an li zanîngeha Helebê fakulta zanistê beşê Biyolojiyê xwend, lê temam nekir.
Jan Dost di dehsaliya xwe de dest bi nivîsîna helbestên erebî kir paşê ji panzdesalî de qulipî zimanê kurdî. Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî sala 1993 an di pêşbirka kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand. Her weha li Tirkiyê jî li ser sehneyê hate lîstin. Ji bilî wê çîrokê, jan Dost çend çîrokên din ji nivîsandine, wek Mistek ax ku sala 2007 an li Almanyayê bû kurtefilmek, û rûyekî şêrîn û hinin din.
Her weha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname û kovarên cihê de weşandine. Jan Dost di malpera Diyarnameyê de di quncika xwe ya bi navê Şevnem de ji 2007an heta 2012 nivîsar dinivîsandin. Jan Dost ji sala 2000î de li Elmanyayê dijî û ji Adara 2009 an de hemwelatiyê Almanyayê ye.
WERGERÊN WÎ
- Mehabad ber bi olimpiyada xwedê de – Stembol 1996 helbesta Selîm Berekat wergerandin bi kurdî. weşanxana Avesta
- Sirûda baranê, helbestên Bedir elseyyab wergerandin ji erebî. istembol Avesta1995
- Perik. Romana Selîm Berekat ji erebî. Weşanxaneya Ayrinti. Stenbol 2015
Çavkanî
https://en.wikipedia.org/wiki/Jan_Dost