Îbrahîm Seydo Aydogan (z. 1976 li Qoserê), nivîskarekî kurd e. Romannivîs Îbrahîm Seydo Aydogan li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Heta lîseyê jî xwendina xwe li wê derê kiriye. Di sala 1993’an de beşa mamostetiya edebîyatê ya Zanîngeha Dîcleyê ko li Amedê ye kar kir. Di sala 1997an de ji zanîngehê mezûn bû û li Stembolê li lîseyekê dest bi mamostetiya edebiyatê kir. Di ber mamostetiyê re edîtoriya kovara kurdî ya edebî Pelînê kir. Ji destpêka sala 2001’ê ve li Fransayê dijî. Di sala 2003’an de, li Zanîngeha Sorbonê, li ser Victor Hugo û romanên dîrokî, bi navê “Parîsiyên sedsala 15’an di Notre-Dame de Parisa Victor Hugo de”, lêkolîneke masterê kir. Wî di sala 2006’an de jî, li Zanîngeha Rouenê, tezeke doktorayê li ser “Wext, hevokên kompleks û lihevkirina wextan di romanên kurdî de” amade kir.
Ibrahîm Seydo di şanzdehsaliya xwe de dest bi nivîskariyê kir. Piştî çend salên ko bi tirkî nivîsand û hin nivîs û helbestên wî di kovarên edebî yên tirkî de hatin weşandin, di sala 1996’an de bi temamî dev ji tirkî berda û ji wê rojê ve ye ku tenê bi kurdî dinivîsîne.
WERGERÊN WÎ
- Romannivîsê Pak û Dilovan (Saf ve Dusunceli Romanci), Orhan Pamuk
- Berfîn, Ahmet Altan
- Nezanîn,Milan Kundera
Çavkanî
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Ebrah%C3%AEm_Seydo_Aydogan