Yadaşt



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Yadaşt
Nivîskar:
Refîq Hîlmî
Wergêr:
Zîya AVCI
Zimanê Resen:
Soranî/Kurdî
Zimanê Jêder:
Soranî/Kurdî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2010
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
431
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Yadaşt, bîranînên mamosta Refîq Hilmî yên dema yekê û duduyan a hikimdarîya Şêx Mehmûdê nemir e. Mamosta Refîq Hilmî di van her du demên hikimdarîya Şêx Mehmûd de kesekî herî nêzîk ê li derûdora Şêx Mehmûd bû. Ji ber vê sedemê, em dikarin bibêjin ku ew şahidê hemû bûyer û pêwendîyên di navbera Şêx Mehmûd û Îngilîzan de, Şêx Mehmûd û Tirkan, terefdarên Tirkan ên li Başûrê Kurdistanê, Şêx Mehmûd û Simko de ye.

Di van bîranînan de, gelek bûyerên girîng û balkêş hene. Piştî heştê salî, yanî nêzîkî sedsalekê, dema ku mirov îroj jî li bûyerên ku li Başûrê Kurdistanê diqewimin, qonaxa ku tê re derbas dibin û têkilîyan dinêre, mirov dikare bibêje ku dîrok dixwaze xwe careke din dubare bike. Lêbelê, di cihê eşîr û malbatên wî çaxî de, ên ku serwerîya tevgerê dikir, niha partî û grûpên sîyasî hene ku ev yek jî bipêşveçûna civaka Kurd dide dîyarkirin û eşkere dike ku amyar û keresteyên têkoşîna gelê Kurd guherîne, lê dîsa jî ew dek û dolab hîn jî hene ku wê demê bûn sedema neserketina tevgera Şêx Mehmûd.

Di vê berhema giranbiha de, Refîq Hilmî behsa gelek milên nenas ên tevgera nemir Şêx Mehmûd dike, ji kitekitên jîyana wî, vegera wî ya Silêmanîyê û tevgera wî di hengama Şerê Cîhanê yê Yekem de. Berhem her weha balê dikişîne ser hevrikîya Tirkîye û Îngilistanê li ser Başûrê Kurdistanê û bikaranîna gelê Kurd di ber armancên xwe de. Li milekî din, behsa şerê di navbera şoreşgerên Kurd û leşkerên Îngilîzan tê kirin ku bi rengekî nedadwerîyane bi rê ve diçû.

Ev belgeya dîrokî ya nirxdar ne tenê vebêjera dîroka Serîhildana Şêx Mehmûd, lê ew dikare wekî şahidîyeke bêhempa a dîroka Başûrê Kurdistanê di bin sîya dagirkerîya Îngilistanê de were pejirandin.


Wergêr<br>
Wergêr

Zîya AVCI

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…

Leave a Reply