Navê Resen : |
Navê Kurdî: Şaşîtîya Keşîş a Kuşînde |
Nivîskar: Fesih Taşlı |
Wergêr: Dilawer Zeraq |
Zimanê Resen: Tirkî |
Zimanê Jêder: Tirkî |
Weşanxane: Lîs |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2019 |
Cihê Çapê: Enqere |
Rûpel: 304 |
ISBN: 9786057535412 |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
“Şaşîtîya Keşîş a Kuşînde”, ji alîyekî ve romana evîna yekalî ji alîyê din ve jî romana têkoşînê, romana nerît û tolhildanê ye. Em di romanê de, hewldaneke mezin û derasayî dibinin ku di nav bêderfetiyê de li derfetê digere û ji bo peydekirina ‘Mishefa Reş’ her tiştî dike. Em dikevin perestgehên kevn ên rojê û şervanên ku bi pêyên xwe tîran diavêjin û kodên di nav bazbendê de veşartî dibinin. Û pê re jî zimanekî sade, vegotineke pijiyayî û velezîna ku ji ber honakê derdikeve holê.
Ev serborîya ku di dem û çaxên pir dûr û kevn de diqewime; serborîya ku digel aliyên rastî û xeyalî ên lehengên xwe li ser tiştên mukemel dihizire, di îro de jî didome û roman bi vî awayî dibe vegotina serborîya roja îroyîn.
Helbet mirov dikare xwendinên cudatir bike. Dîrok. Ji dîrokê bêtir cografya, dabûnerît, lehengên rastî û yên ku xwedî hêzên derasayî ne, bajarên antîk, zengînîya ku ji ber hêmanên etnografîk pêk tên û sêhr û çanda bîrûbawerîyê di nav heman honakê de derdikevin pêşberî me. Teksteke wisa hatiye afirandin ku ji wêjeyeke, ji dîrokeke ku hebûna wê nayê qebûlkirin, nehatiye dîtin û xeyala wê nehatiye kirin, peyde bûye. Loma jî dêŞaşîtîya Keşîş a Kuşînde bale bikişîne ser xwe û em ê behsa wê bikin.
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…