Nivîskar: Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şucaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, M. Malmîsanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mîkaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî, Zulkuf Ergun |
Navê Ferheng: Rêbera Rastnivîsînê |
Ziman Kurdî-Tirkî |
Weşanxane: Weqfa Mezopotamyayê |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2019 |
Cihê Çapê: Stenbol |
Rûpel: 232 |
ISBN: 9786058097506 |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Rastnivîsîn, qayîdeyên zimanê nivîsînê dîyar dike û rê li ber tevlihevîyan digire. Kurmancîya nivîskî, li gor demên berê, îro di gelek warên jîyanê da dihê bikaranîn û pêwîstîya wê bi rêbereka rastnivîsînê heye.Ji bo nivîsîneka baş, birêkûpêk, fambar û herweha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan, qayîdeyên zelal şert in. Lewra gava ku qayîdeyên rastnivîsînê yên li ser bingehên navbirî hebin, xwendin hêsantir û zelaltir dibe û rê li ber têgihîştinên şaş venabe.
Weqfa Mezopotamyayê, di bin banê xwe da bi beşdarîya gelek zimannas û lêkolînerên kurd, Komxebata Kurmancîyê ava kirîye. Ev pirtûk, bi hewildana Weqfa Mezopotamyayê, ji alîyê vê Komxebatê ve, di du salan da hatîye amadekirin.
WERGEREKE Jİ EREBÎ BO FELLÎHÎ Û KURDÎ-GERŞÛNÎ Dİ KOLEKSÎYONA EDUARD SACHAU DE (ÇÎROKA SED Û ŞÊST Û DUYEM A HEZAR ŞEV Û ŞEVEKÊ)
Qurte Fellîhî devokeke zimanê Siryanîya rojhilat e ku li gorî Jeremias Schamir (Yeremya Şamîr 1821-1906) ew ji aliyê şênîyên devdora Eynkawaya Hewlêrê û mintiqeya Mûsilê ve tê axaftin. Jeremias Schamir keşîşek e ku di sedsala 19an de li devera Musilê jiyaye û mustensîxê gelek destxetên Gerşûnî (navê metnên zimanê bîyanî yên bi alfabeya Siryanî hatine…
Eşkerabûna Yekem Teksta Kurdî/Kurmancî ya Wergerê di Dîroka Pexşana Kurdî da-(1857)
GOTINEK Çawa ku aşkera ye kurdan weke piranîya miletên derdorê, bi helbestê dest bi nivisandina edebiyatê kiriye, lewma şikl û cureyê pexşanê ji derengtir li nav kurdan peyda bûye. Diroka wergêranê ya bi şiklê pexşanê ji her li wê sedsalê vedigere ku pexşana kurdî tê de hatiye nivisandin. Ji ber hindê, eger di nav diroka…