Qûma Mezopotamyayê



Navê Resen :
Les sables de Mêsopotamie
Navê Kurdî:
Qûma Mezopotamyayê
Nivîskar:
Fawaz Hussaîn
Wergêr:
Fawaz Husên
Zimanê Resen:
Fransî
Zimanê Jêder:
Fransî
Weşanxane:
Ayrıntı
Çap:
1
Sala Çapê:
2015
Cihê Çapê:
Rûpel:
224
ISBN:
9786053140498
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Nivîskar, di romana xwe ya bi rojên xwe yên zaroktiyê destpê dike de bajarê Amûdê weke lehengekê teswîr dike û atmosfera vî bajarî di nav serencama çîrokê de vedibêje. Nivîskar di gel ku bûyerên tarîxî ên wekî sewitîna sînemaya Amûdê, kustina zarokan û wêrankirina Cezîreyê wek serpêhatiyan sereke bi zimanekî zelal neql dike:

Lê gava dihatin, besek ji wan di miqilkan de an di tenûrên dadayî de dihatin birajtin. Me ew bi dafên hesinî digirtin an jî bi “merkebên” ku me li ser sergoyan dinixumandin. Me kêlekek wan datanî ser darekî piçûk ku me bi benekî dirêj girêdida. Hema çîq derbasî binê “merkebê” dibûn, me ben dikisand û merkeb bi ser çîqan de diket.

Nivîskar bi çavê gelek lehengan ve çîroka xwe vedibêje. Di metnê de tista balkês ew e ku vebêjer dengê lehengan gelek bas û serkeftî digehîne xwendevanan. Ji wan jî ya herî balkês dapîra vebêjer e ya ku baweriya xwe bi tistên wek xurefeyan diîne û bi gotinekê dînan bi hês û aqil dike. Herwisa ligel tehlîlên lehengan ev roman vebêjiya dewrekî jî dike ku di wê de bûyerên têkilhevbûyî, xelekên bi hev re girêdayî û tîpên cuda bala xwendevanan dikêse.


Wergêr<br>
Wergêr

Fawaz Husên

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…

Leave a Reply