Navê Resen : |
Navê Kurdî: Qesra Balindeyên Xemgîn |
Nivîskar: Bextîyar Elî |
Wergêr: Besam Mistefa |
Zimanê Resen: Soranî/Kurdî |
Zimanê Jêder: Soranî/Kurdî |
Weşanxane: Avesta |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2014 |
Cihê Çapê: Stenbol |
Rûpel: 416 |
ISBN: 9786055279868 |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Sewsen Fîkret, keçeke ciwan, bêyî ku çûbe derekê wir dizane, dinyayê ji kitêban dinase. Hemû jiyana xwe li kitêbxaneya bavê xwe derbas dike.
Mensûr Esrîn, xwendekarekî gênc ê zanko, xortekî romantîk…
Kameranê Selma, kêrkêşekî jîr, xortekî çavsor…
Xalid Amûn, ji eşîrek mezin, tolazekî dewlemend…
Mensûr, Kameran û Xalid, her sê jî aşiqê Sewsen in. Lê ji bo zewacê ji her sêyan re jî şertekî wê heye: gerek e biçin, 8 salan li dinyayê bigerin, teyr û balindeyên ku kêm tên dîtin bibînin û bînin. Ewê dawî qerara xwe bide, ji her sêyan yekî hilbijêre û pê re bizewice.
Her sê aşiq jî soza xwe tînin cih, her yek bi sedan balindeyên rengîn û nenas re vedigere. Sewsen Fîkret, hemû balindeyan li malekê kom dike, navê mala wê dibe; Qesra Balindeyên Şîn.
Lê ne ew kesên berî 8 salan e, ne şar eynî şar e… êdî sal di ser Enfalê re çûne, tu hebûna be’siyan li welêt nemaye, hêdî hêdî dengê şerê navxwo tê. Bi şerê “birakujiyê” re rengê qesrê diguhere, dibe; “Qesra Balindeyên Xemgîn”.
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…