Nivîskar: Ehmedê Xanî |
Navê Ferheng: Nûbehara Biçûkan |
Ziman Kurdî-Erebî |
Weşanxane: Avesta |
Çap: |
Sala Çapê: 2008 |
Cihê Çapê: |
Rûpel: |
ISBN: 9789944382496 |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Ev berhema ku derbarê perçeyê navê wê yê yekemîn de ka ev nav bi wateya demsalê “Nûbehar” e yan bi wateya fêkiya nû “Nûbar” e fikrên jihevcuda hene û ev nav wekî “Nûbihar”, “Nûbehar” û “Nobar” jî tê nivîsandin û bilêvkirin, di sala 1683an de menzûmkî hatiye amadekirin. Berhem ji destpêkek, 13 beşên bi navên “qit’e” û li gorî nusxeyên jihevcuda kêm-zêde ji 220 malikan pêk tê. Destpêk, beşa yekem û beşa dawîn li gor rêzbendiya “mesnewî”yê (aa-bb-cc-…); yazdeh beşên din jî li gorî sîstema “xezel”ê hatine qafiyekirin. Xanî di vê berhemê de bi tevayî ji 19 pêlawaz(behr)ên sîstema kêş (wezn)a ‘erûzê 7 pêlawazên ku munasibê helbesta kurdî ya klasîk in bi kar anîne ku ew jî ev in: Recez-hezec-remel-mudari’-besît-serî’-muteqarib. Malikên destpêkê û yên beşa yekemîn bi tevayî kurdî ne. Qismê ferhengê ku bêje û termên ‘erebî û kurdî tê de hatine rêzkirin û pêşberkirin ji qismê duyemîn dest pê dike. Bêje û têrmên ferhengê çawa ku wekî ‘erebî-kurdî hatine rêzkirin, wekî kurdî-‘erebî jî hatine rêzkirin. Ji ber vê berhem herçiqas ‘erebî-kurdî tê hesibandin, ewqas kurdî-‘erebî jî ye. Lê di îfadekirin û bihevxistina bêje û têrman de zimanê vegotinê kurdî ye. Bi vî awayî, ji bilî bêjeyên kurdî yên ku bi yên ‘erebî re hatine pêşberkirin gelek bêje û îlaweyên kurdî yên bi serê xwe jî derketine holê. Hinek ji pêkerên ku vê berhema ku Xanî dibêje min ew “ji bo zarokê kurmancan” çêkiriye digerînin girîng ev in:
– Bi giştî yekemîn ferhenga kurdî ye. Bi vî awayî ferhengnivîsiya kurdî bi ferhengek menzûm a hînkerî/dîdaktîk dest pê kiriye.
– Ev ferheng ji dema Xanî û pê ve di medreseyên kurdan de wekî kitêba dersê hatiye xwendin û jiberkirin. Bi vî awayî, mengî û amanca şa’irê me ku zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdehî, bi saya vê ferhengê qismî be jî hatiye cî.
– Bêjeyên ku di malikên vê behremê de wekî ‘erebî-kurdî yan jî kurdî-‘erebî hatine pêşberkirin ne bi awayekî rasthatî û bêrêbaz, belkî li gorî têfikirbîna hinek mijarên diyarkirî hatine hilbijartin. Xanî di çarçoveya vê têfikirbûn û hilbijartinê de di tespîtkirina mijaran û girtina wan a dest de rêbazên “ji nêz ber bi dûr ve”; “ji tiştên hêsan ber bi tiştên zor ve”; “ji tiştên ku tên zanîn ber bi tiştên ku nayên zanîn ve” û “ji tevahî ber bi perçeyan ve” bi awayekî serkeftî sepandiye û bergehek pedagojîk pêşan daye.
Ji bo Nûbeharê çi gotin?
Amanca Xanî ew bû ku vê ferhengê bike nav sîstema perwerdehiyê ya ku di bin hakimiyeta ‘erebî de bû û bi vî awayî statuya zimanê kurdî ya daketî bilind bike.
Amir Hassanpour, Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil
Vê berhema ku ‘alimên Kurdistanê gelek girîngî pê dane, di nav sîstema perwerdehiya medreseyê de ji xwe re cihek girtiye.
Jan Dost, ed-Durru’s-Semîn Fî Şerhi Mem û Zîn
Vê ferhenga ku Xanî bi amanca pêkanîna perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji zarokên kurdan re xizmet bike amade kiriye, di eslê xwe de bi danxwendin û jiberkirina wê wekî kitêba dersê di medreseyên Kurdistanê de ev amanca nivîskar aniye cî.
Tehsîn Îbrahîm Doskî, el-Medxel Lî Dîraseti’l-Edebi’l-Kurdî
Wek ku dixuye, Xaniyê nemir rûmeteka mezin daye zarûkên kurdan û xwestiye bi nivîsîna vê ferhengê di fêrbûna zimanê ‘Erebî da ji wan ra bibe alîkar. Piştî ku xwendina Kurdî li Kurdistanê serbest bû zarûkên kurdan ev ferhenga hêja bi zewqeka mezin dixwendin, hin zarûkên Kurdan jî ew jiber dikirin.
M. Emîn Bozarslan, Mem û Zîn
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…