Navê Resen : L’ignorance |
Navê Kurdî: Nezanîn |
Nivîskar: Mîlan Kundera |
Wergêr: Îbrahîm Seydo Aydogan |
Zimanê Resen: Fransî |
Zimanê Jêder: Fransî |
Weşanxane: Rûpel |
Çap: 1 |
Sala Çapê: |
Cihê Çapê: |
Rûpel: 168 |
ISBN: |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Nezanîn eslê xwe di zimanê Fransî de bi nave L’ignorance hatîye nîvîsandin û ji zimanê Fransî hat wergerandina Kurmancî Giringiya wergera Kurmancî eve ku Nezanîn di nav pîrtûken Milan Kundera de. ya yekeme. Nîvîskar bixwe nav amedekarîya xebatê (mîzanpaj,berg) cih girt.
Milan Kundera yê ku weke yek ji mezintirîn nivîskarê serdema me tê pejirandin, di vê romana xwe de vedigere ser mijara sereke ya mirovahiya dawiya sedsala 20‘an ku mijara derketiyan, surguniyan û hesta dûrî û bêriya welêt e.Ev mijar her weha di hunerê romanê bi xwe de jî mijareke bingehîn e û lewma ye ku Milan Kundera çîroka lehengên xwe bi ya Ulysesê Homerosî ve girê dide.
Ev pirtûk ne bi tenê romanek e, her weha çîroka mirovahiyê bi xwe ye jî ku ji talan û şerran hatiye û di pey xwe re dûrî û bêrî û biyanîbûna mirovî hiştiye. Piştî Sivikiya Hebûnê û Nasnameyê, Milan Kundera bi Nezanînê ve xwendevanên xwe careke din jî dibe nava mirovê serdema me û hewl dide ku wî fahm bike. Bi zîrekiya ravekirin û vegotinê ve, Kundera her weha derseke romana baş jî dide.
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…