Navê Resen : Diwan over fursten av emgion |
Navê Kurdî: Mirê Emgionê, Gunnar Ekelof |
Nivîskar: Gunnar Ekelof |
Wergêr: Firat Cewerî |
Zimanê Resen: Swedî |
Zimanê Jêder: Swedî |
Weşanxane: Avesta |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2017 |
Cihê Çapê: |
Rûpel: 104 |
ISBN: 9786059082983 |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Gunnar Ekelöf ev berhema xwe di sala 1965an de li Stenbolê nivîsandiye. Lehengê wî Mîrê kurd jî di dema Bîzansiyan de, li Konstantînopolê ji aliyê celadên Bîzansî ve rastî êşkenceyeke mezin tê, çavên wî dirijînin û wî dişînin welatê dengbêjên kor. Sembol û paşeka dîrokî ya ku Ekelöf di vê destanê de bi kar aniye, tarîfa mîrekî kurd ê êzdî ye. Gunnar Ekelöf bi sembolên wek hesp, agir, çiyayên nefspiçûk, welatê dengbêjên kor û peywendiya di navbera Xwedê û Şeytên de Dîwana di derbarê Mîrê Emgiónê de tîne û digihîne roja me…
Ekelöf bi zarê Mîrê kurd dipeyive:
Ez hê jî li Konstantîniyeyê dijîm
Ger ji vê re bête gotin jîn
Ez Mîrekî kurdan im…
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…