
Navê Resen : |
Navê Kurdî: Meseleya Seyra Dr. Jeckyll û Mr.Hyde. |
Nivîskar: Robert Louis Stevenson |
Wergêr: Ciwanmerd Kulek |
Zimanê Resen: Ingilîsî |
Zimanê Jêder: Ingilîsî |
Weşanxane: Avesta |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2020 |
Cihê Çapê: Stenbol |
Rûpel: 98 |
ISBN: 978-605-2246-80-1 |
Kirîn: PIRTUKA KURDÎ |
Rave
Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde bûye klasîkek di warê babeteke herheyî a edebiyatê de, ew jî mijara dualîteyê ye. Evê mijara ku ji ol û ayînan heta bi psîkolojiyê di qadên têvel de bi şêweyên cûrecûr derdikeve pêşiya me, bi vê berhemê ciyekî girîng girtiye di cîhana wêjeyê de. Di vê romanê de em dibin şahidê xwestek û azmûneyên bijîşkekî qenc û xwedan îtibar ê ku dixwaze aliyê xwe yê nebaş jî derxe û bijî. Dema van du aliyên dijhev di du kesayetan de bi gewde dibin, bûyerên cihê meraq û nihêniyê li dor vê nakokiya qedîm diqewimin. Gava em hevok bi hevok li pey ristin û veristina vê meseleya seyr diherin, zewqa edebî a şêwazeke yekta vê azmûneya me ya xwendinê dewlemend dike.
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…