Navê Resen : Les Kurdes de L’Haimaneh |
Navê Kurdî: Kurdên Haymanayê |
Nivîskar: Georges Perrot |
Wergêr: Fawaz Husên |
Zimanê Resen: Fransî |
Zimanê Jêder: Fransî |
Weşanxane: Apek |
Çap: 1 |
Sala Çapê: |
Cihê Çapê: |
Rûpel: 111 |
ISBN: |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Gelêkulivênavçeya di navbera Angorayê, Afyon Karahîsarêû Qonyayêde dijî, ji nijadeki ye ku bi giştîjirehûregezaTirkan cihêwaz e. Ew Kurd in, pismamên Farsan in û kalûbavên me ên dûr in. Bi taybetî ji bo çêkirina lêgerînekê li ser vî gelê kurd ku bi gelek awayên xwe balkêş û girîng e ku min biryar girt û min herdu hevalrêyên xwe Guillaum’ê avahîsaz û Jules Delbert’ê doktorê şandeya fransî ya di bin serokatiya min de li Angorayê hiştin. Tenê, bi Tirkekî qenc û ciwanmêr re, Mehmed axayê ku ji pênc mehan ji min dûr neketibû ez deh-duwanzdeh rojan (di sala i86iê de) li Haymanayê jiyam. Ez bi taybetî li gundên Kurdan geriyam. îro , ez ji defternameyên rêwîtiya xwe wan hemû agahiyên ku dikarin vî gelê kurd bidin nasîn derdixînim. Ev gelê hanê xwedî gelek taybetmendiyên giranbuha ye û gava ku di dawiya dawîn de ji xewa giran û dirêj rabe, belkî ew ê rojekê ji rojan ji vê tarîtiyê derkeve û ew ê bandoreke mezin di împaratoriya tirk de bilîze..
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…