Kurd û Kurdistan di belgeyên nehênî yên brîtanyayê de



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Kurd û Kurdistan di belgeyên nehênî yên brîtanyayê de
Nivîskar:
Kemal Mezher Ahmed
Wergêr:
Zîya AVCI
Zimanê Resen:
Soranî/Kurdî
Zimanê Jêder:
Soranî/Kurdî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
 2012
Cihê Çapê:
Rûpel:
400
ISBN:
9786055279226
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Ev berhema hêja ku ji gelek belgenameyên nehênî yên Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê hatine berhevkirin pêk tê, der barê rewşa pirsgirêka kurd û Kurdistanê de gelek agahiyên muhîm ên di salên pêşîn yên sedsala 20an de bi awayekî zelal radixe ber çavan. Ji bo fêmkirina meseleya kurdî û rewşa îro kurd tê de ne, hewcedariya her kurd û her lêkolînerekî bi hûr û kûrî, bi xwendina van belgenameyan heye. Bi sedan belgenameyên nehênî yên Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê ku bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ji aliyê sefîr û konsolosên cihê cihê yên Brîtanyayê ve ku hem ji hev re û hem jî ji wezareta xwe ya karên derve re, şandine di vê kitêbê de cih digirin. Hema bibêje der heqê hemû serok, rêber û tevgerên kurd yên wê demê de, gelek agahiyên berfireh di vê kitêbê de cih digirin


Wergêr<br>
Wergêr

Zîya AVCI

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…

Leave a Reply